Ebadî bi alîkariya Washington ber bi hikûmeta awarte ve diçe

Çavkaniyên Îraqê ragihandin ku serokwezîr Heyder Ebadî ji bo çareserkirina aloziya siyasî û gelêrî li Îraqê xwe dispêre hikûmeta awarte û alîkariya xwe ji Amerîka werdigire. Guman e El-Sedir jî vê hikûmetê asteng bike.

Ebadî bi alîkariya Washington ber bi hikûmeta awarte ve diçe
10 îlon, 2018   08:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El-Ereb li ser navê hin çavkaniyên Îraqê ragihand ku ji bilî hikûmeta awarte li pêşiya serokwezîr Heyder Ebadî nemaye, da ku mayîndina xwe di wîlayeteke nû de bidomîne. Nemaze piştî ku wîlayeta wî ya destûrî bi hilbijartina parlemanê nû bi dawî dibe û şansên wî ji bo hikûmeteke nû ava bike kêm dibin.

Hevbendiya ku alîkariya xwe ji Îranê werdigire bi lez nîşana El-Sedir wergirt.

Li gorî agahiyên nêzî serokwezîr hatine wergirtin ew e ku Amerîka amade ye alîkariya hikûmeta awarte bi serokatiya Ebadî bike û bi serweriyê temam tevbigere da ku daxwazên xwepêşandêran pêk bîne.

Çavdêrên Îraqê baş dizanin ku herdu alî nikarin pirsgirêkên ku hiştiye ciwan xwepêşandanan lidar bixînin, bi awayekî lezgîn çareser bikin. Ew baş dizanin ku hikûmeta awarte dê bibe asteng li pêşiya hilweşandina ebadî.

Alîgirên Ebadî xwe dispêrin girtina asya siyasî li welat û bêçarebûna parlemanê da ku pêwîstiyên destûrî yên li pey hilbijartinên giştî pêk bîne. Ango hilbijartina serokê parlemanê û hilbijartina serokkomar da ku ji aliyê xwe ve namzetê biloka parlemanê ya mezin di avakirina hikûmeta nû de erkdar bike.

Parlemana Îraqê nikare gava yekemîn bavêje û serokê parlemanê hilbijêre ji ber ku cûdabûn di navbera pêkhateya Şîayî de heye û her aliyekî ji wan dixwaze biloka mezintirîn ava bike.

Beriya çend rojan Ebadî xwe dispart alîkariya El-Sedir da ku li hemberî biloka ku alîkariya xwe ji Îranê werdigire derbikeve, lê di encama banga El-Sedir ya dûrxistina Ebadî hevsengî guhertin.

Li gorî rojnameya El-Ereb çavdêr dibînin ku dibe ku El-Sedir bi alîgirên Îranê re lihev bike û serokwezîrekî nû hilbijêrin û dibe ku senaryoya hikûmeta awarte asteng bike. Nemaze hevkarên Tehranê amade ne alîkariya alternatîfekî ji Ebadî re bikin ku niha weke amûrê şerê Amerîka li hemberî serweriya Îranê tê destgirtin.

Hin çavkaniyan ji rojnameya El-Ereb re diyar kirin ku dibe El-Sedir namzetan ji bo serokwezîrtiyê pêşniyar bike û ji aliyê Lêvegerê Şîayî Elî El-Sîstanî ve were erêkirin.

Di vê çarçoveyê de gelek navê li şûna Ebadî tên pêşniyarkirin. Ên weke Mihemed Tewfîq Elawî û Îmad El-Xuresan. Têkliyên van herdu namzetan jî bi Amerîka re baş in.