Hewldanên Karîgeriya Çandiniyê ji bo pêşxistina herêmê

Karîgeriya Çandiniyê ya Tebqayê ji bo pêşxistina warên çandinî û sewalkariyê yên herêmê, bi hemû hewldanên xwe dixebite.

Hewldanên Karîgeriya Çandiniyê ji bo pêşxistina herêmê
Hewldanên Karîgeriya Çandiniyê ji bo pêşxistina herêmê
Hewldanên Karîgeriya Çandiniyê ji bo pêşxistina herêmê
10 îlon, 2018   08:15

MIHEMED HEYDAWÎ / TEBQA

Ji ber şerên ku li herêmê rû dane, Tebqa mîna deverên din di warê çandiniyê û sewalkariyê de gelekî paşde çûye.

Li gorî serjimariyên ku Karîgeriya Çandiniyê li herêma Tebqayê pê rabûye, hejamara keriyên sewalan gelekî pêşde çûne. Heta niha hezar çêlek, 175 hêştir, 250 hezar û 200 serî mih û 175 hezar û 113 serî bizin hatine belgekirin. Ev rêje li gorî salên borî gelekî kêm e.

Endama rêveber a beşa berhemên sewalan a Karîgeriya Çandiniyê ya Tebqayê Sare El-Şêx sedemên kêmbûna seriyên sewalan vegerand şerên ku li herêmê rû dane û wiha got: "Ji ber şer, gelek nexweşî di nav sewalan de belav bûn. Her wiha ji ber tunebûna derman û aşleyên pêwîst gelek sewal mirin."

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, beşa berhemên sewalan a Tebqayê pêşniyar dike ku navendên beyterî ava bike da ku aşleyên bê pere belav bikin. Her wiha pere bi deyn bidin sewalkaran da ku çêlekan bikirin û hilberîna şîr li herêmê zêde bikin.

Di dawiyê de Sara El-Şêx tekez kir ku karîgerî piştgiriya beşa berhemên sewalan dike û Komîteya Aborî gelek proje ji bo pêşxistina vî warî pêşkêş dike, ji ber ku sewalvanî bingeha piştgiriya aboriya herêmê ye.

(şx)

ANHA