'Tu qanûnên navdewletî tecrîdê rewa nakin'

Parêzer û endamê Komîteya Dada Civakî yê Kantona Şehbayê Abdullah Mihemed Mistefa destnîşan kir ku tu qanûnên navdewletî tecrîdê rewa nakin. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk bi tecrîdê dixwaze gel ji Ocalan dûr bixe û gelê Kurd qir bike.

'Tu qanûnên navdewletî tecrîdê rewa nakin'
10 îlon, 2018   08:11

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji destpêka girtina wî ve dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser ferz dike. Hevdîtinên malbat û parêzeran bi hincetan red dike.

Têkildarî vê mijarê di hevpeyvînekê de bi ajansa me re parêzer û endamê Komîteya Dada Civakî Abdullah Mihemed Mistefa axivî.

Parêzer Abdullah Mihemd Mistefa di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sibata 1999'an ve li girtîgeha Îmraliyê bi tena serê xwe girtî ye û bi hemû cureyên zexta hikumeta Erdogan re rû bi rû maye.

Di berdewama axaftina xwe de Mistefa diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji vê tecrîdê, qirkirina gelê Kurd û qedexekirina belavkirina fikr û felsefeya Ocalan e. Mistefa tekez kir ku komplo têk çûye, ji ber ku hemî gel bi fikr û felsefeya wî bawer bûn.

Parêzer Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk ji 2012'an ve tecrîdek giran li ser Ocalan ferz dike û hevdîtinên wî bi re asteng dike. Her wiha Mistefa hin qanûnên navdewletî yên mafên mirovan ên ku di sala 1948'an de derketine, bi bîr xistin û wiha got: “Li gorî madeya (3) mafê her kesî heye ku bi azadî bijî. Li gorî madeya (5) nabe mirov were îşkencekirin an jî cezayekî giran û nemirovî li wî were birîn. Li gorî madeya (9) nabe mirov were tecrîdkirin.”

Her wiha Mistefa tekez kir ku dewleta Tirk bi ferzkirina tecrîdê îsbat dike ku ew piştgiriya terorê dike.

Di dawiyê de parêzer Abdullah Mistefa bang li hiqûqnas, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bi rolên xwe rabin û rê li ber binpêkirinên dewleta Tirk bigirin û tecrîdê li ser Ocalan rakin û rewşa wî ji raya giştî re aşkera bikin. 

(şx)

ANHA