De Mistura komîteya destûrî gotûbêj dike

Şandeyê navneteweyî yê taybet ji bo Sûriyeyê Steffan De Mistura, mijara avakirina komîteya destûrî bi nûnerên Tirkiye, Rûsya, Îranê re ku destwerdana aloziya Sûriyeyê dikin, îro û sibe li Cinêvê gotûbêj dike.

De Mistura komîteya destûrî gotûbêj dike
10 îlon, 2018   08:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Rûsyayê (ТАSS) îro ragihand ku şandeyê serokê Rûsyayê yê taybet ji bo Sûriyeyê Aleksander Lavrentiyêv wiha gotiye: "Di van du rojan de rêzedanûstandinên cuda dê pêk werin û got ku pêşbîniya wan bi van danûstandinan heye.

Ev hevdîtina duyemîn li ser asta nûnerên dewletên ku xwe weke misogerkar di Sûriyeyê de bi nav dikin (Rûsya, Îran û Tirkiye) bi şandeyê navneteweyî re ji meha Hezîranê ve ye.

De Mistura di 24'ê Tebaxa borî de bang li Îran, Rûsya û Tirkiyeyê kir da ku danûstandinên der barê komîteya destûrî ya Sûriyeyê li Cinêvê dest pê bikin.

Rûsya sponseriya civîna Soçî ya 30'ê Çileya 2018'an kir û tê de nûnerên rêjîma Sûriyeyê û Tirkiye wek nûnerên komên çete beşdar bûn. Di heman civînê de aliyên li ser erdê çalak in nehatin vexwendin. Di encama civînê de biryar hate girtin ku komîteyeke destûrî were avakirin da ku destûreke nû ji welat re deyne.

Di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de girêdestên der barê Sûriyeyê de li ser hesabê berjewendiya gelê Sûriyeyê tên îmzekirin. Rûsya û Îran dixwazin serweriya rêjîma Baasê weke beriya sala 2011'an vegerînin. Tirkiye jî hewl dide Bakurê Sûriyeyê dagir bike û dagirkeriya Osmaniyan vejîne û derbeyê li projeya demokratîk a bi pêşengiya gelê Kurd bide.