Ruxmî kêmderfetan xebatên Şaredariya Gel a Reqayê

Şaredariya Gel a Reqayê bi dirûşma 'Mil bi mil em bajarê xwe ava bikin' ji destpêka rizgarkirina bajêr ve di 20'ê Cotmeha borî de ji çeteyên DAIŞ'ê, bê navber û ruxmî kêmderfetan xebatên xizmetguzariyê pêşkêş dike.

Ruxmî kêmderfetan xebatên Şaredariya Gel a Reqayê
Ruxmî kêmderfetan xebatên Şaredariya Gel a Reqayê
Ruxmî kêmderfetan xebatên Şaredariya Gel a Reqayê
Ruxmî kêmderfetan xebatên Şaredariya Gel a Reqayê
Ruxmî kêmderfetan xebatên Şaredariya Gel a Reqayê
Ruxmî kêmderfetan xebatên Şaredariya Gel a Reqayê
Ruxmî kêmderfetan xebatên Şaredariya Gel a Reqayê
Ruxmî kêmderfetan xebatên Şaredariya Gel a Reqayê
Ruxmî kêmderfetan xebatên Şaredariya Gel a Reqayê
Ruxmî kêmderfetan xebatên Şaredariya Gel a Reqayê
10 îlon, 2018   07:48

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de binesaziya bajarê Reqayê tevî ruxandina avahiyan talan û wêran bûbû. Piştî rizgarkirina bajêr ji aliyê QSD'ê ve, Şaredariya Gel a Reqayê bênavber dixebite.

Şaredarî av bi rêjeya ji sedî 85 gihand piraniya taxên bajarê Reqayê. Lê hin taxên din ji ber xirabûna toreyên avê, av nagihaştiye wan û xebatên şaredariyê di nav kêmasiyan de dihêle.

Sererastkirina toreyê kanalîzasyonê

Şaredariya Gel a bajêr ji destpêka meha Hezîranê ve û heta niha xebatên sererastkirina toreyên kanalîzasyonê ji ber rêjeya zêde ya wêranbûnê bi dawî nekirine. Her wiha ji bo bicihanîna daxwazên şêniyan şaredariyê alavek defaş ji bo kanalîzasyonê wergirtiye.

Zêdetirî 100 karkerên paqijiyê

Ji bo paqijiya bajêr, 100 karkerên paqijiyê rojane rêyên sereke û şaxî paqij dikin. Ji ber zêdebûna serjimariya bajêr ku nêzî 170 hezar kes vegerîne bajêr, şaredarî hewl dide hejmara karkeran zêde bike û bi rêya pêşbaziyan hejmareke guncaw hilbijêre.

Ruxmî zêdebûna serjimariya bajêr lê li gel şaredarî tenê 14 erebeyên ji cureya cak û 7 traktor ji bo derxistina çopê derveyî bajêr hene. Şaredarî ji bo ku xebatên karkerên paqijiyê hêsantir bike hewl dide hejmara hawiyên çopê zêde bike.

Çavdêriya sûkan

Ji bo çavdêriya sûkê û kontrolkirina buhayê madeyan û demên wan, komîteyên zemhêr û tenduristiyê roleke girîng dilîzin. Hin caran firoşkar fêlbaziyan dikin û madeyên ku demên wan bi dawî bûne difiroşin. Lê her du komîte dema ew made dîtin, hema telef dikin.

Her wiha Komîteya Zimhêrê çavdêriya firinan jî dike. Ji aliyê xwe Komîteya Fenî peyarê û cihên giştî kontrol dike û kesên ku wan cihan bi kar bînin, komîte wan muxalîf dike.

Sererastkirina parkan

Buroya Hawîrdorê ji bo sererastikirna park, navînên rêyan, rêyên sereke û zêdekirina qadên hêşîn dixebite.

Nêzî 12 park li bajarê Reqayê hene. Şaredarî hemû darên hişkbûyî hilkirin û firotin. Her wiha sûd ji kokên daran jî girt. Şêwekar ji wan kokan peykerên nîşaneyên şerên ku li herêmê rû dane dineqişînin.

Heta niha lêçûna sererastkirina parkên wekî El-Reşîd, El-Melahî, El-Bistan, El-Beyda, 7’ê Nîsanê û Parka El-Becea gihaşt 10 milyon lîreyên Sûriyeyê.

Şaredariya Gel a bajêr ji bo sererastkirina rêya sereke kolana Til Ebyed a bajêr dixebite. Ev kolan demara bingehîn a bajêr e û gelek qerebelix dibe.  

Têkildarî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Ibrahîm axivî û wiha got: "Em hewl didin bi hemû hêza xwe asta bajêr di warê xedemî de bilind bikin. Lê gelek kêmasî hene û em hewl didin van kêmasiyan derbas bikin. Her wiha şaredarî ji bo sererastkirina rêyan dixebite."

(şx)

ANHA