Ji bo çandina daran projeyeke taybet

Bi armanca naskirina cureyên darên berhemdar ên ku ji hawîrdora herêmê re guncaw in û ji bo kêmkirina lêçûnên anîna daran ji derve, navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê ya Kantona Hesekê gelek cureyên daran çandin.

Ji bo çandina daran projeyeke taybet
Ji bo çandina daran projeyeke taybet
Ji bo çandina daran projeyeke taybet
Ji bo çandina daran projeyeke taybet
Ji bo çandina daran projeyeke taybet
10 îlon, 2018   07:19

NESRÎN ELÎ - ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Proje li nêzî gundê Til Mecdel ê başûrê rojhilatê Hesekê hate avakirin. Zêdetirî hezar darên tirî, sedan darên sêv, hinar û zeytûn û tevî gelek cureyên din li ser qada 200 donim hatin çandin. Dar bi rêya avdana çipik-çipik tên avdan.

Proje bi armanca naskirina guncawbûna cureyên hin daran bo çandiniyê li Cizîrê, di Sibata 2018'an de dest bi projeyê hate kirin. Her wiha komîte hewl dide bi rêya projeyê cureyên baş ji wan daran derxe.

Di destpêkê de komîteyê ax û av tehlîl kir û piştre cureyên guncaw hilbijart. Her wiha komîte dê şitlan li ser cotkarên herêmê belav bike.

Cureyên ku komîteyê aşlekirine ev in: Hezar û 100 darên tirî, 525 darên sêv, 125 darên zeytûn, 100 dar hinar û nêzî 200 darên xox, hirmî û mişmiş.

Ji bo meşandina xebatên projeyê 3 endezyarên çandiniyê û hejmarek karker ji bo avdana daran dixebitin. Dar her 10 rojan bi rêya avdana çipik-çipik ji 3 bîran tên avdan û derman li ser daran tên reşandin.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê navenda Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê ya Kantona Hesekê endezyar Talal Abdulbarî Xelîl diyar kir ku armanca projeyê naskirina asta serketina çandiniyê herêma Cizîrê ye.

Xelîl wiha domand: "Beriya niha darên sêvan li herêmê nehatibûn çandin. Ji bo naskirina serkeftina çandina darên sêvan, niha me dar çand û di sala bê de dê bi rêya aşlekirinê hejmara daran zêde bibin."

Têkildarî mijara serketina projeyê Xelîl destnîşan kir ku proje bi rêjeya ji sedî 95 bi serketiye û wiha got: "Proje dê lêçûnên anîna fêkî û zeytûn ji derveyî Cizîrê kêm bikin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku navend û bi hevkariya Komîteya Zêdekirina Tov a herêma Cizîrê, ji bo parastina cureyên genim ên herî hilberîner li herêmê dixebite.

(şx)

ANHA