Jinên Reqayê gav bi gav di civakê de aktîf dibin

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji hêla QSD'ê ve, jin ji bo bicihanîna rola xwe di avakirina civakê de dest bi xebatê kir û her wiha di nav xebatên şaredariyê de cihê xwe girt.

Jinên Reqayê gav bi gav di civakê de aktîf dibin
Jinên Reqayê gav bi gav di civakê de aktîf dibin
Jinên Reqayê gav bi gav di civakê de aktîf dibin
Jinên Reqayê gav bi gav di civakê de aktîf dibin
Jinên Reqayê gav bi gav di civakê de aktîf dibin
Jinên Reqayê gav bi gav di civakê de aktîf dibin
10 îlon, 2018   07:11

FIDA ELÎ / REQA

Jinên Reqayê di dema rêjîmê de ji kevneşopiyên civakê û zîhniyeta mêrdestiyê gelek azaran kişand û rola wê di civakê de hate paşdexistin û tenê di çarçoveya xwedîkirina zarokan de ma.

Azarên jina Reqayê bi dagirkirna DAIŞ'ê ji bajêr e di 15'ê Çileya 2014'an de her ku çû zêde bûn. Tevî ku derketina jinan ji mal hate qedexekirin, jin hatin revandin û rastî îşkenceyên hovane hat.

Piştî rizgarkirina QSD'ê ji bajêr, di 20'ê Cotmehê de, gelek meclis û komîte hatin avakirin. Ji destpêkê ve jin cihê xwe di nav de girt û bi rola xwe di avakirina civakê de lîst. Tevî xebatên wê di gelek saziyan de, meclis û akademiyên taybet ji bo jinan hatin vekirin.

Jin berovajî demên berê, di nav xebatên şaredariyê de cihê xwe girt û rola xwe di civakê de îsbat kir.

Komîteya Zabîte ya Şaredariya Gel ji 32 endaman pêk tê. Ji nav wan 10 jin di kontrolkirina sûkan de dixebitin. Komîteya Zabîte rojane di nav sûkan de bi armanca kontrolkirina buha û demên madeyên xwarinê de digere. Hemû madeyên demborî telef dikin.

Têkildarî mijarê hevseroka Komîteya Zabîte ya Şaredariya Gel a Reqayê Seher El-Elî diyar kir ku jin bi xebatên di nav saziyan de rola xwe di avakirina civakê de vedigerîne û wiha domand: "Jin ji bo rola xwe ya rastîn di civakê de piştî gelek şikandinan, vegerîne di hemû warên civakê de dixebite."

Ji aliyê xwe ve endama Komîteya Zabîte ya Şaredariya Gel a Reqayê Henen El-Hemûd wiha got: "Ji ber kevneşopiyên civakê yên berê me gelek êş kişandin, lê piştî rizgarkirina Reqayê jinan cihê xwe di nav civakê de girt û bi rola xwe ya aktîf lîst."

(şx)

ANHA