Xeta trênê tê sererastkirin

Ji sala 1940‘î ve yek ji girîngtirîn rêyên veguhastin û bazirganiyê ye, ji aliyê Fransa û Almanyayê ve hatiye avakirin û ji aliyê rêjîmê ve hatibû paşguhkirin. Niha jî xebat têne kirin ku careke din bikeve xizmetê.

Xeta trênê tê sererastkirin
Xeta trênê tê sererastkirin
Xeta trênê tê sererastkirin
10 îlon, 2018   07:37

RÊNAS REMO / QAMIŞLO

Xeta trênê ya rojhilat an jî “xeta almaniyan” wekî ku di wê demê de wiha dihat naskirin, gelek bajarên Bakurê Sûriyeyê ji Til Koçer, Tirbesiyê, Qamişlo, Hesekê, Heleb heta bajarê Konya yê Tirkiyeyê û heta Almanya jî bi hev dida girêdan. Ji sala 1940`î ve yek ji girîngtirîn xeta veguhastinê û bazirganiyê bû.

Avakirina xeta trênê di sala 1903`yan de piştî ku şîrketa almanî rûxseta avakirinê ji dewleta Osmanî girt, dest pê kir. Ew xeta trênê Berlîn, Bexda û Tirkiye bi hev ve dida girêdan û di xeta  wê re bazirganî ji Rojhilata Navîn re dihat kirin.

Avakirina wê 37 salan dewam kir. Li ser du beşan hate avakirin. Beşa yekê ji aliyê şîrketa almanî ji bajarê Konya yê Tirkiyeyê û heta gundê Til Zîwan ê girêdayî navçeya Tirbespiyê hate avakirin. Her wiha rêyeke heta gundê Beyandûr ê ku bi navê nuqteya hezar û 116 dihat naskirin. Ew wek xaleke destpêkê ji Bakur – Rojhilatê bajarê Qamişlo bû û piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn hate sekinandin. Şîrketa almanî ya bi navê "Qobana Elman" xeteke destpêkê dianî.

Beşa duyemîn jî piştî ku dagirkeriya Osmanî ji herêmê derket, ji aliyê Fransayê ve hate avakirin. Şîrketa fransî di sala 1940`î de xeta trênê heta sînorê Iraq û Sûriyeyê li herêma Til Koçer ava kir û paşê îngilîzan heta bajarê Besra yê Iraqê avakirina wê berdewam kirin. 

Mamosteyê dîrokê Ehmed Sadûn ê ji gundê Beyandûr, li gorî agahiyên ku yek ji xebatkarên ku xeta trênê ava dikir Ehmed Hac Îsa ku endezyarekî bi navê Xrlembos avakirina xeta  trênê dişopand, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li bajarê Nisêbîn ê bakurê Kurdistanê dijî û bi fransiyan re kar kir da ku projeya avakirina xeta trênê berdewam bike, Xrlembos ew bû ku projeya bajarê Qamişloyê dianî.

Mamoste Ehmed Sadûn dibêje ku rewşa kar ji bo şêniyan zehmet bû. Ji saetên sibê ve di avakirina xetê de dixebitîn û li hemberî wê jî du nan wek xwarina rojê û pereyên kêm digirtin. Di karê xwe de alavên wekî hesp û hêza laşê xwe bi kar dianîn.

Li gorî Sadûn 4 cureyên veguhastinê xeta trênê hebûn, trêna ku şênî dibirin û di rojê de du caran bû, trêna ekspres (El-Şerq El-Serî) ya ku ji bajarê Bexdayê ber bi Berlînê ve diçû, trêna ku welatî ji di nava bajarên mezin de digerandin û trêna bar a ku bar ji bo bazirganiyê ji bajarekî ber bi bajarekî din ve dibir.

Di dema ku herêm di bin serweriya rêjîma Baasê de bû, xeta trênê ji bo veguhastinê û bazirganiyê dihat bikaranîn.

Niha jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk hewl dide carake din xeta trênê sererast bike û bixe xizmeta şêniyan, ji bo ku di vê xetê re bazirganî di nava bajarên Bakurê Sûriyeyê de were kirin.

(bx)

ANHA