Pêkhateyên Zirganê: Tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina demokrasiyê ye

Pêkhateyên navçeya Zirganê diyar kir ku ew li Bakurê Sûriyeyê bi reng û baweriya xwe bi hev re dijîn û ev yek bi saya fikra Ocalan e û gotin dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi tecrîdkirina Ocalan demokrasî û aştiyê tecrîd bike.

Pêkhateyên Zirganê: Tecrîdkirina Ocalan, tecrîdkirina demokrasiyê ye
10 îlon, 2018   05:08

SOZDAR XELÎL- BÊRÎTAN MEDÛSA / HESEKÊ

Zirgan navçeyeke Serêkaniyê ya kantona Hesekê ya herêma Cizîrê ye. Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen bi hev re li Zirganê dijîn û navçeya xwe bi xwe bi rê ve dibin. Hemû netewe, bawerî û reng bi çanda xwe dijîn. Pêkhateyên navçeya Zirganê diyar kir ku xurtbûna hevgirtina wan bi saya fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Ji pêkhateya Kurd Narîman Ebdo diyar kir ku Abdullah Ocalan mîmarê fikra demokratîk e ku her kes bi rengê xwe tê de cih digire. Nerîman da zanîn ku jiyana wan a hevbeş û aştiyane encama felsefeya Ocalan e û wiha got: “Dewleta Tirk ne şexsê Ocalan, fikrê demokrasî, wekhevî û aştiyê tecrîd dike. Dewleta Tirk dixwaze bi tecrîdê gelê herêmê ji fikrên Ocalan dûr bixe. Lê ew her çendî tecrîdê pêk bînin jî fikr û felsefeya Ocalan li her derî belav bûye û ew nikarin fikra wî asteng bikin.” Narîman destnîşan kir ku dema ew li mozayîkbûna gelên Sûriyeyê dinêrin, derdikeve holê tenê rêbaza felsefeya Ocalan çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê ye.  

'Ocalan rêya azadiyê ji me jinan re vekir'

Ji pêkhateyên Ereb Semeh Ebdê jî got ku ew wek gelê Ereb Ocalan kesek navneteweyî dibînin û wiha axivî: “Fikrên wî ji yên her kesî cuda ne. Ew ne tenê ji bo gelê Kurd kar dike, ew ji bo hemû gelan kedê dide. Fikrên xwe ji bo hemû gelên cîhanê pêşkêş kirin.” Semeh bal kişand ser giringiya ku Ocalan dide jinan û wiha pê de çû: “Îro Ocalan bi fikra xwe ji me jinan re rêya azadiyê vekir. Em niha bi felsefeya wî tev digerin û xwe îfade dikin.”

‘Fikrên Ocalan desthilatdarî û koletiyê ji holê radikin’

Ji pêkhateya Suryan Corc Hîşam jî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi tecrîdê fikra Ocalan ji gelên Rojhilata Navîn dûr bike, ji ber ku fikra Ocalan bû sedemê tûnebûna koledarî, desthilatdarî û sîstema kapîtalîst. Corc destnîşan kir ku lê ew nizanin ku fikrê Ocalan her roja ku diçe berfirehtir dibe û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Îro pirtûkên Ocalan li zanîngehên cîhanê wekî jêder tên dayîn. Ev jî dide îspatkirin ku fikra Ocalan ne tenê ji bo neteweyekê, ji bo hemû gelên cîhanê ye.”

ANHA