Li gundewarên Helebê şer di navbera komên çete û rêjîma Sûriyeyê rû da

Li gundewarên bakur-rojavayê Helebê di navbera hêzên rêjîmê û komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker şer rû da.

Li gundewarên Helebê şer di navbera komên çete û rêjîma Sûriyeyê rû da
9 îlon, 2018   20:39

HELEB

Çavkaniyan ragihandin ku balafirên Rûs bargehên komên çete yên ser bi Tirkiyê ve yên li derdora bajaroka Heyat, Hireyat û Endan ên bakurê rojavayê Helebê bombe kirin, li ser bersivdayînê komên çete nuqteyên rêjîmê yên li bajarokên Nubul û Zehrayê topbaran kirin. Di encamê de kuştî û birîndarên herdu aliyan çêbûn.

ANHA