Piştî Kurzêlê vê carê jî 10 welatî ji gundê Kefer Şîlê hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê carê 10 welatî ji gundê Kefer Şîlê yê girêdaî kantona Efrînê revandin.

Piştî Kurzêlê vê carê jî 10 welatî ji gundê Kefer Şîlê hatin revandin
9 îlon, 2018   11:57

EFRÎN

Çavkaniyekî ji gundê Kefer Şîlê ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên bi navê Ehrar El-Şam şevê din saet derdora 12:00`an bi ser gund de girt û bê sedem 10 welatî, di navde zarok jî hene, revandin.

Navên welatiyên ku hatine revandin wiha ne: Hesen Menan Mustefa (45), Îsmaîl Menan Mustefa (43), Subhî Menan Mustefa (40), Mustefa Xelîl Ebdullrehman (25), Mezlûm Ehmed Mustefa (25), Ismet Reşîd Midewer (30), Ferhad Mustefa (17), Ehmed Hesen Mustefa (16), Menan Îsmaîl (15) û Ebdo Xelîl Abdullrehman (18).

Çavkanî destnîşan kir ku kesên hatine revandin ber bi cihekî nediyar ve hatin birin û ji aliyê dagirkeran ve bi awayekî hovane hatin îşkencekirin.

Çavkanî tekez kir ku ciwanê bi navê Ebdo Xelîl Abdullrehman (18) ji aliyê çeteyan ve bi awayekî hovane hate îşkencekirin û laşê wî bi kêran hate birînkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku çeteyên bi navê Ehrar El-Şam duh 10 welatî di nav de jinek, ji gundê Kurzêlê yê girêdayî navçeya Şêrawa revand.

Bi vê yekê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava 24 saetên derbasbûyî de 20 welatiyên Efrînê di nav de zarok û jin, revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

(bx)

ANHA