Efrîniyên hatine revandin bi plastîka helandî tên îşkencekirin

Artêşa Tirk a dagirker rêbazên nû yên îşkencekirina welatiyên Efrînê diafirîne û plastîka helandî bi ser cendekên welatiyan de dihelîne.

Efrîniyên hatine revandin bi plastîka helandî tên îşkencekirin
9 îlon, 2018   10:05

EFRÎN

Çavkaniyekî ji gundê Coqê yê Efrînê ji ajansa me ANHA'yê re ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên bi navê Feyleqa Duyemîn bi ser gundê Coqê yê girêdayî bajarê Efrînê de çûn û 5 welatiyên sivîl revandin.

Çavkanî diyar kir ku ev welatiyên sivîl ber bi navenda çeteyan a li bajarê Efrînê (beriya niha Navenda Asayîşê) ve hatin birin û ji bo serbest bêne berdan ji malbat û xizmên wan pere xwestin.

Heman çavkanî diyar kir ku artêşa Tirk rêbazên nû di îşkencekirina welatiyan de diafirîne û yek ji van rêbazan plastîkê bi ser cendekê (laş) kesên hatine revandin de dihelîne.

Hêjayî gotinê ye beriya niha jî artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê gundê Coqê talan kir û îşkence li welatiyên gund kirin.

ANHA