Cenazeyê rojnamevan Tariq Elwan li Qamişlo hate oxirkirin

Cenazeyê rojnameger Tariq Casim Elwan ku duh di encama krîzeke dil de jiyana xwe ji dest dabû, bi amadebûna xizm û hevrêyên wî li bajarê Qamişlo hate oxirkirin.

Cenazeyê rojnamevan Tariq Elwan li Qamişlo hate oxirkirin
Cenazeyê rojnamevan Tariq Elwan li Qamişlo hate oxirkirin
Cenazeyê rojnamevan Tariq Elwan li Qamişlo hate oxirkirin
9 îlon, 2018   09:48

QAMIŞLO

Redaktorê rojnameya Ronahî yê zimanê erebî rojnamevan Tariq Casim Elwan di sala 1946'an de li bajarê Dêrazorê ji dayik bûye. Elwan duh di encama krîzeke dil de jiyana xwe ji dest da. Rola rojnamevan Tariq Casim Elwan di pêşxistina rojnameya Ronahî de di van 3 salên borî de gelekî berbiçav bû.

Cenazeyê rojnamevan Tariq Elwan bi amadebûna xizmên wî û hevrêyên wî û gelek rojnamevanan li goristana bakurê bajarê Qamişlo hate oxirkirin.

Endamê rêveberiya rojnameya Ronahî Ebdilrehman Mihemed diyar kir ku Elwan ji aliyê hemû xebatkar û rojnamevanên rojnameyê ve dihat hezkirin û xwedî zanyariyên berfireh û hişmendiyeke pêşketî bû.

Mihemed da zanîn ku Tariq Elwan di pêşxistina rojnameya Ronahî de di van 3 salên borî de bi roleke mezin rabû.

Ebdilrehman Mihemed li ser navê rojnameya Ronahî soza şopandina rêya Tariq Elwan da û got ku dê bi hemû hêz û derfetên xwe hewl bidin rastiyan ji welatiyan û raya giştî re aşkera bikin.

ANHA