PYD'ê yekemîn civîna xwe ya li Eyn Îsayê li dar xist

Bi armanca şîrovekirina geşedanên dawîn li ser asta herêmê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi şêniyên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kkantona Girê Spî civiya.

PYD'ê yekemîn civîna xwe ya li Eyn Îsayê li dar xist
8 îlon, 2018   14:02

GIRÊ SPÎ

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armanca pênasekirina rêgez, armancên partiyê û pêwîstiya tevlêbûna malbatên şehîdan di nav partiyê de bi şêniyên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girî Spî re civiya.

Civîn li hola civînan a meclisa navçeya Eyn Îsayê ya berê hate li darxistin. Tevî dehan malbatên şehîdan, endama meclisa giştî ya partiyê ya Girê Spî Jûlya Kedro beşdarî civînê bûn.

Di civînê de Jûlya Kedro ji beşdaran re geşedanên dawiyê li ser asta herêmê nirxand û destnîşan kir ku bi keda malbatên şehîdan û xwîna ewladên wan xaka Bakurê Sûriyeyê ji terorê hate rizgarkirin.

Jûliya,  malbatên şehîdan mûxateb kir û wiha got: "We berdêlên giranbûha dane, da ku ev şoreş bi serkeve. Li ser vê yekê divê em xwedî li nirxên şehîdan derkevin û destkeftiyên wan biparêzin."

Jûlya di berdewama axaftina xwe de bang li malbatên şehîdan kir ku tev li partiyê bibin û bibin xwedî biryar û got: " Partiya Yekîtiya Demikratîk partiya şehîdan e".

Her wiha Jûlya bersiva pirsên malbatên şehîdan da.

Jûlya di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku partî dê civînek giştî li ser asta kantonê û navçeyên wê di rojên pêşiya me de li dar bixe.

(şx)

ANHA