Rûsya 60 herêmên Idlibê bomberdûman kir

Hate ragihandin ku balafirên Rûsyayê  vê Şemiyê herêma Idlibê bombebaran kir.

Rûsya 60 herêmên Idlibê bomberdûman kir
8 îlon, 2018   13:50

NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê balafirên Rûsya başûr û rojhilatê başûrê Idlibê bi qasî 3 saetan 60 dever bombebaran kir. Hate ragihandin ku topbarana hêzên rejîma Sûriyeyê jî dewam dikin.

Têkildarî encamên êrîşên hewayî tiştek nehate bidestxistin. Ev êrîş piştî civîna Tirkiye, Rûsya û Îranê ya li Tehranê pêk hat.