Ji ber destdirêjiyên DAIŞ'ê zarokek bûye dayika 2 zarokan!

Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku zaroka bi navê Feyrûz Hazim Hesen ji gundê wê revand, bi hovîtî îşkence, destavêtin li wê kirin û di bazaran de firotin hev. Çete bi darê zorê bi Feyrûzê re dizewicin û tevî ku bi xwe zarok e, dibe dayika 2 zarokan.

Ji ber destdirêjiyên DAIŞ'ê zarokek bûye dayika 2 zarokan!
8 îlon, 2018   10:08

SILAVA EBDILREHMAN / QAMIŞLO

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kir, komkujiyên herî qirêjî tê de pêk anîn, nemaze piştî ku pêşmergeyên Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ji herêmê reviyan û welatî bi hovîtiya çeteyan re rû bi rû hiştin. Di wê demê de bi hezaran jin û zarokên Êzidî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û ber bi deverên cuda yên Sûriye û Iraqê ve hatin birin.

Yek ji zarokên hatine revandin, zaroka bi navê Feyrûz Hazim Hesen ji gundê Werdiyê yê Şengalê ye. Feyrûz di wê demê de 14 salî bû û li rex dayik û birayên wê hatin revandin û di zindaneke bajarê Tileefer ê Iraqê de hatin girtin.

Feyrûz serpêhatiya xwe ya trajedîk vegot û diyar kir ku çeteyan jinên ciwan direvandin û di bazaran de difirotin hevûdin.

Ji malbatê dûr xistin

Çeteyan Feyrûz ji dayik û malbata wê dûr xistin û li rex 9 jinên ciwan ên Êzidî birin bajarê Mûsilê û piştre birin bajarê Diyala û li vir Feyrûz ji aliyê çeteyekî bi navê Ebû Mensûr ve hate kirîn. Feyrûz ji ber ku li hemberî destavêtinê li ber xwe dida, gelek caran rastî îşkenceyên giran dihat.

Piştre çeteyê bi navê Ebû Mensûr ew firot çeteyekî din ê bi navê Ebû Cafer ku li devera Sehdiyê dijî û piştre careke din wî jî ew firot çeteyekî din ê bi navê Ebû Nehîm. Çete Ebû Nehîm jî bi hovîtî îşkence li wê dikir. Feyrûz di vê çarçoveyê de wiha got: "Çeteyan ez neçarî daxwazên xwe dikirim."

Feyrûz diyar kir ku piştî salekê xizmeta çete Ebû Nehîm kir careke din hate firotin û ji aliyê çeteyekî bi navê Siwêb ve hate kirîn û bi darê zorê bi wê re zewicî û bi hinceta ku ew ‘gawir’ e, ew neçarî îslamiyetê hatiye kirin. Feyrûz nêzî 2 salan li ba çete Siwêb dimîne û ji wî 2 zarokên wê yên bi navê Umer û Ebdullah çêdibin. Feyrûz tevî ku bi xwe zarok e û temenê wê hê 17 sal derbas nekirine, dibe dayika du zarokan. Piştre derbasî bajarê Felûce yê Iraqê dibin û ji wir berê xwe didin bajarê Reqayê û piştre careke din berê xwe didin bajarê Bokemal ê Sûriyeyê.

Li Tebqayê hate rizgarkirin

Piştî ku bajarê Tebqa ji destên çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, hin çete derbasî deverên rizgarkirî bûn da ku çalakiyên xwekujiyê pêk bînin û tevliheviyê di nava welatiyan de derxin. Di vê çarçoveyê de çete Siwêb li rex Feyrûz derbasî bajarê Tebqa yê rizgarkirî dibe.

Di encama çalakiyên lêgerînê yên Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Tebqayê de çete Siwêb hate girtin û Feyrûz jî radestî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hate kirin da ku ew jî ji aliyê xwe ve radestî Desteya Jinê bike û ew jî bigihîne malbat û xizmên wê yên li Şengalê.

ANHA