Siyasetmedar û rojnamevanên biyanî: Divê êrîşên Tirkiyeyê bên teşhîrkirin

Siyasetmedar û rojnamevanên biyanî diyar kir ku Tirkiye dixwaze beşdarî şerê Idlibê bibe lê ne bi êrîşan, di heman demê de dê sînorê xwe li hemberî kesên dixwazin ji herêmê birevin bigire. Her wiha destnîşan kir ku Tirkiye projeya bakurê Sûriyeyê hedef digire û got divê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser gelan bêne teşhîrkirin.

Siyasetmedar û rojnamevanên biyanî: Divê êrîşên Tirkiyeyê bên teşhîrkirin
8 îlon, 2018   06:49

ŞÎNDA EKREM / QAMIŞLO

Çalakvanê siyasî yê amerîkayî John Foler û rojnamevana japon û çalakvana siyasayî ya karûbarên kurdî-tirkî Terumu Matsushima û akademisyenê siyasî yê Bolonyayê Gizari Plaszyk li ser rewşa Idilbê û siyasetên Tirkiyeyê ji ajansa me re axivîn.

John Foler, anî ziman ku herger îhtîmala êrîşan li ser Idlibê heye, wê komên cîhadîst û çete neçar bimînin ku birevin, an ber bi Tirkiyeyê yan jî ber bi Îranê ve, li ser vê yekê xetereya van koman dê li tevahî cîhanê belav bibe.

Foler di nava axaftina xwe de bal kişand ku Tirkiye dixwaze beşdarî şerî Idlibê bibe, lê ne bi êrîşan, dê sînorê xwe ji kesên ku ji ber şer birevin re bigire û wiha pê de çû: "Beşdarbûna Îranê ya êrîşên li ser Idlibê dê pirsgirêkeke mezin bi Amerîkayê re derxe, Amerîkayê Îran hişyar kiribû ku beşdarî şer nebe. Texmîn nakim ku lihevkirin di navbera hêzên rojavayî de wekî Rûsya, Amerîka an jî Îran li ser rawestanina êrîşên li dijî Idlibê hebin."

Gelên Ewropa û Amerîkayê piştgiriyê didin Kurdan

Rojnamevanî japon û çalakvana siyasayî ya karûbarên kurdî-tirkî Terumu Matsushima diyar kir ku Tirkiye dixwaze bandora xwe li ser tevahî cîhanê hebe û hêza xwe ya leşkerî derxe pêş, xuya dike ku Tirkiye vê yekê nizane lê paşê dê nas bike.

Terumu Matsushima destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze rêveberiya Rojhilata Navîn bike û bi ser bikeve, lê mixabin êrîşî Kurd û Kurdistanê dike da ku armacên xwe pêk bîn. Terumu Matsushima wiha got: "Ez dibînin ku gelên Ewropa û Amerîkayê piştgiriyê didin Kurdan û di nivîs û nûçeyên xwe de qal dikin."

Rojnamevan Terumu Matsushima anî ziman ku divê binpêkirinên Tirkiyeyê yên der heqê Kurd û gelên herêmê de û rastiya wê ji cîhanê re were kirin. Her wiha pêwîst e desteka ji aliyê hikumetên cîhanî ve bi gelê Kurd re were dayîn.

Tirkiye naxwaze projeya demokratîk bi ser bikeve

Akademîsyenê siyasî yê Bolonyayê Gizari Plaszyk jî anî ziman ku Tirkiye dewleteke hîlebaz e û wiha domand: "Destpêkê xwest li dijî Amerîka û Rusyayê lîstokan bike û li bendê bû ku wê kî bibe hevalbendê wê. Tirkiye ne amade ye ku zêde destê wê di Sûriyeyê de hebe, lê armanca wê ya sereke Kurd nebin xwedî proje, dikare gelek tawîzan bide da ku projeya wan têk bibe."

(bb)

ANHA