Elewiyên Efrînê: Em li vir li ber xwe didin

Elewiyên Efrînê destnîşan kir ku armancên dijmin negihaştin serî, ji ber ku berxwedan li kantona Şehbayê didome û diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê hewl dide tevliheviyê di navbera pêkhateyên Efrînê de derxe.

Elewiyên Efrînê: Em li vir li ber xwe didin
8 îlon, 2018   06:28

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Elewiyên Efrînê yên li kantona Şehbayê bi cih bûne, ji ajansa me re diyar kir ku berxwedana wan berdewam e û dê armancên dewleta Tirk a dagirker têk biçin.

Bêrîvan Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirîna jiyana hevbeş a di navbera şêniyên Efrînê de êrîşî pêk anîn û ev titş got: "Piştî Efrîn dagir kirin, dest bi revandina elewiyan kirine û îşkenceyê li wan dikin. Lê bila nas bikin ku dê armancên wan negihîjin serî ji ber ku em niha li Şehbayê berxwedana xwe didomînin."

Îsmaîl Heyder jî ji aliyê xwe de destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wan dixwazin gelê Kurd qir bikin û wiha domand: "Cîhan dizane ku êrîşek li ser herêmeke biçûk armanca xwe tenê qirkirin e û ne tiştekî din e."

Welatiyê bi navê Hisên Şaban jî diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê hewl didin tevliheviyê di navbera şêniyên Efrînê de derxin û wiha anî ziman: "Niha jî sivîlan direvînin û li beramberî serbestberdana wan pereyan dixwazin, jixwe talankirina milkan nesekiniye."

(bb)

ANHA