‘Rêveberiya nû belgeyeke koordînekirinê di navbera rêveberiyan de ye‘

Şêx Emîr El-Xabûr û Farûq El-Maşî diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belgeyeke lihevkirinê di navbera rêveberiyên xweser û meclisên sivîl de ye, armanc jê pêşxistina rewşa xizmetguzarî û yekbûna hemû biryaran e.

‘Rêveberiya nû belgeyeke koordînekirinê di navbera rêveberiyan de ye‘
8 îlon, 2018   06:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Farûq El-Maşî û şêxê eşîra El-Birêc Emîr El-Xabûr têkildarî civîna Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya beriya du rojan a li navçeya Eyn Îsayê ku bi avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi encam bû, ji ajansa me re axivîn.

Farûq El-Maşî anî ziman ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belgeyeke lihevkirin û koordînekirinê di navbera rêveberiyên xweseriya demokratîk û meclisên sivîl de ye, armanc jê pêşxistina rewşa xizmetguzarî ye li Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê.

El-Maşî di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Sîwaneke me ya siyasî heye, ev sîwan Meclisa Sûriyeya Demokratîk e, em paraçeyekî sereke ji vê meclisê ne, ji ber ku me piştî rizgarkirina herêma Minbicê gelek xebatên xizmetguzariyê pêşkêş kirin, di rêveberiya sivîl a demokratîk a Minbicê û gundewarên wê de şênî bi xwe, xwe bi rê ve dibin."

Farûq El-Maşî, tekez kir ku ew bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bawer in û hêviya serkeftinê ji rêveberiyê re xwest, her wiha xwest rêveber bi rihê niştimanî û welatparêzî xizmeta gel bike.

Şêxê eşîreya El-Birêc a Reqayê û nunerê Reqayê di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Emîr El-Xabûr anî ziman ku bi rêya vê rêveberiyê dê hemû biryarên meclisên zagonsaz ên rêveberiyên xweser û meclisên sivîl bibin yek.

El-Xabûr, her wiha bal kişand ku herêma Reqayê ji herêmên herî zêde yên Sûriyeyê ku ji ber zilma çeteyên DAIŞ‘ê azar dît û wiha domand: "Armanca me ji avakirina rêveberiya nû, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xizmeta gel e û ji nû ve avakirina Reqayê ye."

Şêx Emîr El-Xabûr di dawiya axaftina xwe de hêviya serkeftinê ji rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re xwest û ev titş got: "Wekî rûspiyên Reqayê em vê rêveberiyê silav dikin û hêviya serkeftinê jê re dixwazin, bi hevî ne ku armancên xizmeta civaka bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne."

(bb)

ANHA