Rêveberiya sivîl û rûspiyên Tebqayê serdena nuqteyên leşkerî kirin

Şandiyek Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û hejmarek rûspiyên herêmê serdana nuqteyên leşkerî û bendên kontrolê kirin. Di heman demê de derbarê rewşa ewlekariyê de hevdîtin bi şêniyan re kirin.

Rêveberiya sivîl û rûspiyên Tebqayê serdena nuqteyên leşkerî kirin
Rêveberiya sivîl û rûspiyên Tebqayê serdena nuqteyên leşkerî kirin
Rêveberiya sivîl û rûspiyên Tebqayê serdena nuqteyên leşkerî kirin
Rêveberiya sivîl û rûspiyên Tebqayê serdena nuqteyên leşkerî kirin
7 îlon, 2018   18:50

TEBQA

Şand ji hevserokên Meclisa Zagonsaz a herêma Tebqayê Hamid El-Ferec û Rewşen Hemê, Hevseroka Meclisa Rêveber Hind El-Elî, Hevserokê Komîteya Hindirîn Mezlûm Umer, Hevserokê Komîteya Parastinê Mihemed Xalid û hejmarek şêx û rûspiyên herêmê pêk dihat.

Serdana şandeyê di heman demê de ku qedexeya derve hate rakirin, pêk hat.

Şande xebatên Hêzên Ewlekariya Hindirîn di parastina armaniya herêmê ji hewldanên hucreyên razayê silav kirin.

Hamid El-Ferc di serdana yek ji bendên kontrolê yên li taxa Ewel a bajar de axivî û got, "Erka me peydakirina aramî û ewlekariya herêmê ye û rakirina koka terorîstan e, da ku şênî bi aramî jiyan bikin. Em li hemberî hucreyên razayî ku ejnîdeyên derve pêşengtiya wan dikin, bisekinin."

Endamên şandeyê her wiha, li kolanên bajêr hevdîtin bi welatiyan re pêk anîn.  Welatiyan jî aliyê xwe ve spasiya hêzên ewlekariyê kirin ku wan ji şandeyên veşartî yên DAIŞ diparêzin.

Hevserokê Komîteya Hindirîn Mezlûm Umer ji welatiyan re got, "Armanca me ewlehiya herêmê ye, pêngava me li djiî hin kesên ku dixwazin vê aramiya herêmê têk bibin e. Em bi tenê nikarin vê erkê bi cih binin, alîkarî û hevgirtina we jî ji me pêwîste."

ANHA