Foca çaremîn a Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate avakirin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi navê Şehîd Ebû Casim El-Begarî foca çaremîn ava kir.

Foca çaremîn a Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate avakirin
Foca çaremîn a Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate avakirin
Foca çaremîn a Meclisa Leşkerî ya Minbicê hate avakirin
7 îlon, 2018   17:03

MINBIC

Avakirina foca çaremîn a 225 şervanî, piştî dewreyeke perwerdeyê ku 45 rojan li Akademiya Şehîd Yekta dom kir, pêk hat. Di dewreye perwerdeyê de waneyên bîrdozî û leşkerî hatibûn dayîn.

Bi armanca qedandina dewreyê û îlankirina foca çaremîn îro merasîmek hate lidarxistin.

Di mersîmê de, hejmarek şervan û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê amade bûn.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê beşdarên dewreyê ve dest pê kir.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Benawî avakirina foca çaremîn li şêniyên Minbicê û şervanan pîroz kir.

El-Benawî got, "Me çek hilgirtiye û me perwerde dîtiye da ku da axa xwe û mafê gelê xwe biparêzin, lê me çek hilnegirtiye ji bo şer û wêrankirinê."

Îbrahîm El-Benawî, di ava axaftina xwe de diyar kir ku Minbic bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin û soza şopandina riya şehîdan dûbare kir.

Di dawiyê merasîmê de, şervanên focê sûnda leşkerî xwarin.

Hêjeya bi bîrxisitnê , Şehîd Ebû Casim El-Begarî yê foc bi navê wî hatiye avakirin, di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bû.

ANHA