2. Kongreya Weqfeya Ciwanên Çep ên Kurd bi avakirina meclisa nû û biryaran bi dawî bû

Kongreya Duyemîn a Weqfeya Ciwanên Çep ên Kurd bi erêkirina rêzikanameyê û biryaran bi dawî bû.

2. Kongreya Weqfeya Ciwanên Çep ên Kurd bi avakirina meclisa nû û biryaran bi dawî bû
7 îlon, 2018   16:31

HESEKÊ

Weqfeya Ciwanên Çep ên Kurd duyemîn kongreyê xwe li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi dirûşmeya"Em ê têkoşîna xwe ya şoreşgerî bixin bin rizgarkirina Efrîn û parastina destkeftiyên gelê Rojava" lidar xist.

Beşdarên kongreyê çawaniya têkoşînên li dijî terorê, pêşxistina çand, huner û wêjeyê nîqaşkirin.

Rizgarkirina Efrînê mijareke girîng di kongrê de hate nîqaşnkirin. Hate gotin, rizgarkirina Efrînê mîsyona sereke ya ciwanan e û hate destnîşankkirin ku ew ê têkoşîna xwe ji bo yekbûyîna ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê bidomînin.

Di kongreyê de rêziknameya weqfeyê hate xwendin û li gorî nêrîn û pêşniyarên beşdaran hemû bendên wê hatin pejirandin. Her wiha meclisa nû ya weqfeyê ku ji 31 endamî pêk tê hate avakirin.

Kongre bi biryaran bi dawî bû. Ji wan;

-Ji bo lidarxistina kongreyeke niştimanî taybet bi ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, bi hevkariya saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, yekitî û rêxistinên ciwanan xebat dê were kirin.

-Bi hevkariya saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk piştgirî bi insyatîfên xebatên dildarî û danûstandinên civakî re were dayîn.

-Pêşxistina xebat û çalakiyên ciwanan.

- Ji bo pêşxistina rola ciwanan di qadên tenduristî, perwerde, niştecihbûyîn û veguhestin xebatên berfireh werin meşandin.

- Ji bo pêxşisitna Rêveberiya Xweseriya Demokratratîk xebatên berfireh dê werin meşandin.

Encamên kongrê dê di nava du rojên pêş de were aşkerekirin.

ANHA