Li Xezayê yek mirî û 94 jî birîndar

Li Xezaya Filistînê, di pevçûnên di navbera çalakvanên "Meşa Vegerê ya Mezin " û Hêzên Îsraîlê de ciwanek filistînî mir û 94 jî birîndar bûn.

Li Xezayê yek mirî û 94 jî birîndar
7 îlon, 2018   16:34

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku li Xezayê di encama mûdaxeleyên hêzên Îsraîlê ya çalakiyên "Meşa Vegerê ya Mezin" de ciwanê filistînî yê bi nav Bîlan Xefaqa yê 17 salî bi guleya hêzên Îsraîlê jiyana xwe ji dest da û 94 jî birîndar bûn.

Ji destpêka çalakiyên "Meşa Vegerê ya Mezin" ku di 30‘yê Adarê de dest pê kir hejmara miriyan derket 173 û zêdeyî 18 hezar birîndar.

ANHA