4`emîn a Mîhrecana Zarokan a Kantona Hesekê dest pê kir

Çalakiyên 4`emîn Mîhrecana Zarokan a kantona Hesekê bi dirûşma "Werin em bi hev re xeyalên zarokên Efrînê pêk bînin" dest pê kir.

4`emîn a Mîhrecana Zarokan a Kantona Hesekê dest pê kir
4`emîn a Mîhrecana Zarokan a Kantona Hesekê dest pê kir
4`emîn a Mîhrecana Zarokan a Kantona Hesekê dest pê kir
7 îlon, 2018   15:06

HESEKÊ

Mîhrecan bi beşdarbûna 9 komên hunerê li ser dika şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya WaşûKanî a Serêkaniyê ya kantona Hesekê dest pê kir. Bi sedan şêniyên herêmê  tev li mîhrecanê bûn.

Çalakiya roja yekemîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Rêvebera Tevgera Kevana Zêrîn Nalîn Mihemed axivî û got, ‘‘Mîhrecan Zarokan bi dirûşma werin em hev re xeyalên zarokên Efrînê pêk bînin, ji ber xwedîkertina li zarokên Efrînê erka sereke ya tevgerê ye.‘‘

Nalîn Mihemed, her wiha destnîşan kir ku komên beşdarî mîhrecanê bûne, ji hemû pêkaheyên herêmê ye, her pêkhateyekî dê bi çand û hunera xwe beşdar bibe.

Piştî axaftinan,  Koma Şehîd Delîl a muzîkê, koma Kevana Zêrîn şanoyê ``dizên bexçe``koma govendê  Arjîn ya bajarê Hesekê, koma Şaşo û Rêşo ya şanoyê, koma Muzîkê  ya Viyan a bajarê Hesekê, koma Şehîd Şiyarya şanoyê a bajarê a Hesekê``Gula li ber xwe dide`` û  koma Evasta ya govandê pêşkêş kirin.

Mîhrecan dê 3`ê rojan li Serêkaniyê berdewam bike.

(sx)

ANHA