Çeteyên Tirkiyê şêniyên Efrînê neçar dikin ku li dijî rêjîmê derkevin 

Çeteyên girdayê artêşa Tirk a dagirker şêniyên Efrînê sor dikirin li hemberî êrîşên rêjîmê Sûriyeyê ku li ser Idlibê derkevin.

Çeteyên Tirkiyê şêniyên Efrînê neçar dikin ku li dijî rêjîmê derkevin 
7 îlon, 2018   14:24

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyekî ji herêma Raco ya Efrînê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên koma bi navê "El-Hemzat" şêniyên gundê Quda yê Racoyê sor dikirin ku li hemberî êrîşên ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve yên li ser parêzgeha Idlibê xwepêşandanan li dar bixînin û piştgiya bibin çeteyan.

Çavkaniyî destnîşan kir ku hemû ciwanên gund ji ber zextê çeteyan ji gund reviyan e, di heman demê de çeteyan gefa kuştinê li şêniyên gund dixwe ku heger derkevin xwepêşananan.

Çavkaniyekî din jî ji gundê Meryemîn ê navçeya Şera ya kantona Efrînê diyar kir ku komên çete şêniyên gund neçar dikin ku dirûşmeyên li dijî rêjîma Baas û piştgiriya komên çete yên girêdayî Tirkiyê binivîsînin û bi kurdî jî wergerînin û gefa kuştinê li wan dixwe.

ANHA