Yek ji berpirsê paye bilind ê îstîxbarata DAIŞ’ê: MÎT’ê em derbasî Sûriyê kirin

Serçeteyê bi navê Ebû Kerem, ku yek ji berpirsê paye bilind ê îstîxbarata DAIŞ’ê ye, ji hêla  Hêzên Antî Terorê yên YPG’ê ve, 11’ê Tebaxê hate girtin.

Yek ji berpirsê paye bilind ê îstîxbarata DAIŞ’ê: MÎT’ê em derbasî Sûriyê kirin
7 îlon, 2018   11:09

NAVENDA NÛÇEYAN

Ebû Kerem bi zimanê xwe dibêje ku beriya tevlî nav DAIŞ’ê bibe ketiye nav kîjan bûyerên terorê, tevlî nav kîjan rêxistinê terorê bûye, çûye kîjan welatî, her wiha têkiliyên gemarî yên DAIŞ û dewleta Tirk ku bûye şahid vedibêje.

Kerem ku yek ji berpirsê paye bilind ê îstîxbarata DAIŞ’ê ye, ji Filîstînê ta Lîbyayê, Tirkiyê û Sûriyê, li gelek welatan di nav gelek bûyerên terorê de cih girtî, her wiha ji Cund Ensar Allah a El Qaîde bigirin, di nav DAIŞ, Nûsra, Ehrar El Şam û gelek çeteyên din de cih girtiye.

Sibehî em ê ji devê yek ji serçeteyê rêxistina çete ya îstîxbarata DAIŞ’ê Kerem  kirinên van rêxistinên çete, welatên ku çûnê, li van welatan bûyerên terorê yên ku kirine di ANHA’yê de biweşînin.

ANHA