Rûsya: Beşê herî mezin ji Idlibê di bin serweriya terorîstan de ye

Berdevka Wezarta Karê Derve ya Rûsyayê Maria Zakarova got beşê herî mezin ji Idlibê di bin serweriya terorîstên ku tev li El-Nusra bûne, de ye.

Rûsya: Beşê herî mezin ji Idlibê di bin serweriya terorîstan de ye
7 îlon, 2018   10:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Maria Zakarova got herêmên agirbestê yên Idlibê ên herî germ li ser nexşerêya Sûriyeyê ne, ji ber ku beşê herî mezin ji herêmê di bin serweriya terorîstên ku tev li El-Nusra bûne û navê Heyet Tehrîr El-Şam li xwe kirine.

Her wiha Maria diyar kir ku terorîst derfet nadin sivîlan ku di rêya korîdorên mirovahî re ji herêmê Idlibê derkevin. Maria destnîşan kir ku ew şêniyên gundên li ser xeta di navbera wan û hêzên rêjîmê ve ber bi hundir ve dibin da ku wan weke mertalên zindî bikar bînin.

Îro jî Serokkomarê Îranê, Rûsya û Tirkiyê li Îranê bi armanca nîqaşkirina berjewendiyên her sê dewletên ku destwerdana aloziya Sûriyê dikin, li hev dicivin. Her wiha dê Idlib jî bibe mijarê civîna wan.

(bx)