Heyva Sor a Kurd ji bo gundên Şêrawa noqteyeke tenduristiyê vekir

Bi armanca peydakirina tedewiyê(dermankirinê) û derbaskirina hemû zehmetiyên rê, Heyva Sor a Kurd noqteyek tenduristiyê li gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê yên dorpêçkirî vekir.

Heyva Sor a Kurd ji bo gundên Şêrawa noqteyeke tenduristiyê vekir
Heyva Sor a Kurd ji bo gundên Şêrawa noqteyeke tenduristiyê vekir
Heyva Sor a Kurd ji bo gundên Şêrawa noqteyeke tenduristiyê vekir
Heyva Sor a Kurd ji bo gundên Şêrawa noqteyeke tenduristiyê vekir
7 îlon, 2018   08:12

XANDÎ ELO / ŞEHBA

Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ji gelek aliyan ve hatiye dorpêçkirin. Ji ber wê şêniyên gundên navçeyê (Bic El-Qas, gundê Mezin, Miyase, Kilotîn, Zirnaîta û Xiber Şems) neçar dimînin bi dehan kîlo metre bimeşin ta bighêjin noqteya tenduristiyê ya herî nêz.

Ji ber wê û bi armanca alîkariya şêniyan, Heyva Sor a Kurd noqteyek tenduristiyê li gundekî navçeyê vekir. Noqte dest bi pêşwazîkirina rewşên lezgîn, tedawiyê û pêşkeşkirina dermanan kiriye.

Têkildarî mijarê ajansa me bi endama Heyva Sor a Kurd Zîlan Seydo re hevpeyvînek çêkir. Zîlan di noqteyê de dixebite û li ser girîngiya avakirina noqteyên tenduristiyê li wan gundan axivî û got: "Piştî ku me dît tu noqteyên tenduristiyê li wan gundan tune ne, Heyva Sor a Kurd noqte vekir. Noqteya tenduristî rojê 24 demjimêran xebatên xwe pêşkeş dike. Em 4 endam di noqteyê de dixebitin. destwerdana lezgîn ji şêniyan re û derman ji zarok û temen mezin re pêşkeş dikin."

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ku hemû gundên ku li jor hatine nivîsandin di nav dorpêçê de ne û ji ber ku artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê rêya sereke dikin hedef, şênî nikarin derbasî herêmên Şehbayê bibin û pêwîstiyên xwe peyda bikin.

(şx)

ANHA