Cireh..ji herêma keskahî veguherî herêmeke nîv kavilkirî

Hêrêma Cireh a girêdayî navçeya Tirbespiyê ji ber polîtîkeyên dewleta Tirk ji herêmek keskahî veguherî herêmeke nîv kavilkirî.

Cireh..ji herêma keskahî veguherî herêmeke nîv kavilkirî
Cireh..ji herêma keskahî veguherî herêmeke nîv kavilkirî
Cireh..ji herêma keskahî veguherî herêmeke nîv kavilkirî
Cireh..ji herêma keskahî veguherî herêmeke nîv kavilkirî
Cireh..ji herêma keskahî veguherî herêmeke nîv kavilkirî
Cireh..ji herêma keskahî veguherî herêmeke nîv kavilkirî
7 îlon, 2018   07:49

RÊNAS REMO – KADAR ÎBARAHÎM / QAMIŞLO

Av bingeha jiyanê ye, ji ber wê ji berê de mirov li derdora robarên çem û kanî kom bûne û bi taybet gelê Kurd. Gelê Kurd ruxmî hemû siyasetên mêtingeriyê bi armanca qirkirin, pişaftin û dagirkirinê, lê li ser beravên çem û kaniyên Kurdistanê man û heta niha dijî.

Siyasetên dijberî gelê Kurd ji aliya dewletên mêtinger ve û taybet dewleta tirk a dagirker dewam dike. Balkêş e ku rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî hemû kiryarên derheqê gelê Kurd de dibîne û heta niha bêdeng e.  Lê gelê Kurd bi saya çanda xwe ya resen liber xwe da.

Dewleta tirk ne tenê bi êrîşên leşkerî, niha bi siyaseta xaka şewatê êrîşî xaka Kurdistanê dike. Dewleta tirk li Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê taybet Efrîn û li Başûrê Kurdistanê daristanan dişewitîne. Her wiha dewleta Tirk ava çem û kaniyan bi avakirina bendavan avê li ser Rojava qut dike. Ji ber wê erdîngeriya Rojava veguheriye çolistanê.

Ji ber bedewiya herêma Cireh bûbû meqseda şêniyan, lê?

Mînaka herî ber bi çav li ser van kirinan, herêma Cireh a ku dikeve bakurê navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê . Herêm bi çandina birînç, garis û sebze li ser her du beravên çemê bi nav û deng bû û her wiha gelek aş lê hatibûn vekirin û bibû meqseda şêniyên herêmê. Lê ji ber siyasetên dewleta Tirk ên nijadperestî niha ava çemê Cirehê pir kêm bûye û ber  bi zuha bûne ve diçe.

Çemê Cireh ji gelek kaniyên Bakurê Kurdistanê diherikî û bi taybet herêma rojhilatê Besta. Ew herêm bi kaniyên xwe dewlemend e. Ava çem ji kaniyên gundên Şêxdar, Xanka, Ziyok û Serê Kaniyê diherikî û li herêma Bawerdî kom dibûn û li gundê Kêl Hesnak derbasî Rojava  dibû û bi vê yekê re çemê Cireh çêbû.

Qutkirina avê bandorek nayînî li ser dehan gundan dike

Di çend salên borî de hikumeta Tirkiyê bi rêya avakirina bendavan li ser çeman, ava çemê qut kir.

Di encamê de gundên Kêl Hesnak, Kerdîmî banî, Xirabî Bodka, Ala Reşa, Oltuca, Nêr Deham, Mizgeft, Xezîmok, Dêrîcik, Kir Şêran a Suryanî û navçeya Tirbespiyê zirar dîtin.

Kalê bi navê Sebrî Elî Ehmed ê ji gundên herêma Cireh diyar kir ku li herêmê gelek berhem weke garis, birînç û sebze li ser her du beravên çemê dihatin çandin û her wiha nêzî 20 aş hatibûn vekirin û bibûn meqseda şêniyên herêma Cizîrê.

Li gorî gotinên Sebrî herêm bi berhemên masiyan jî navdar bû û nîçirvanên masiyan dihatin ser çem û masî digirtin.

Dema serdana herêma Cireh de, zirarên ku herêmê jiyan dike bala mirov dikşîne û her wiha herêm ji ber qutbûna avê veguhiriye beyarekê.

(şx)

ANHA