Penaberên Iraqê dixwazin vegerin lê hikumet xemsar e

Penabera Iraqê dayika Emced ji bajarê Tilefera Mûsilê ye, di rêza penaberan a li ber avahiya Komseriya Penaberan a Kampa Holê de sekinîne, cihê xwe girtiye û li bende yê ku navê xwe li gel komseriyê qeyd bike da ku keça xwe ya nexweş li Iraqê derman bike. Di heman demê de penaberên Iraqê bang li hikumeta xwe dikin ku wan vegerînin warê xwe.

Penaberên Iraqê dixwazin vegerin lê hikumet xemsar e
Penaberên Iraqê dixwazin vegerin lê hikumet xemsar e
Penaberên Iraqê dixwazin vegerin lê hikumet xemsar e
Penaberên Iraqê dixwazin vegerin lê hikumet xemsar e
Penaberên Iraqê dixwazin vegerin lê hikumet xemsar e
Penaberên Iraqê dixwazin vegerin lê hikumet xemsar e
6 îlon, 2018   07:10

DILSOZ DILDAR / HESEKÊ

Penaberên Iraqê yên pala xwe dane kampa Holê ya rojhilatê kantona Hesekê, daxwaz ji hikumeta xwe Iraqê dikin ku li welatiyên xwe xwedî derkeve û vegera wan a li warê wan hêsan bikin.

Kampa Holê ya kantona Hesekê zêdetirî 11 hezar penaberên Iraqê yên ji ber hovîtiya çeteyan reviyane, hembêz kirine. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li gorî derfetên xwe ew pêşwazî kirin û cih û pêwîstiyên rojane bi cih anîn.

‘Em dixwazin vegerin welatê xwe’

Casim Silêman ji navçeya Bîcê ya parêzgeha Selehadîn e, beriya 5 mehan piştî ku li gelek herêmên Sûriyeyê koça xwe bar kir, herî dawî pala xwe da kampa Holê.

Silêman qala serpêhatiyên xwe di dema dagirkirina DAIŞ‘ê de dike û wiha tîne ziman: "Me gelek azar ji ber zilma DAIŞ‘ê kişandin, niha em dixwazin vegerin warê xwe lê hikumet bersiva me nade."

 ‘Ji bo tedawiya keça xwe ya nexweş dixwazim vegerim‘

Penabera bi navê Diya Emced a ji bajarê Tilefer a girêdayî Mûsilê ye, berê xwe dide navenda Komseriya Penaberan a kampê da ku navê xwe ji bo vegerê qeyd dibe, piştî ku hikumeta Iraqê qebûl kir ku pêşwaziya beşek welatiyên xwe bike. Diya Emced diyar dike ku ew ji bo tedawîkirina keça xwe ya nexweş divê vegere.

‘5 sal e min keçên xwe nedîtine‘

Penabera bi navê Sûriya Mihêmîd ji parêzgeha Selahedîn ji ber ewlehiyê xwe li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk girtiye û wiha dibêje: "Ev der ewle ye lê piştî herêma me hat rizgarkirin, em dixwazin li warê xwe vegerin, ev bûye 5 sal min keçên xwe nedîtine."

Ji bo birêxistinkirina vegera penaberan, Rêveberiya Kampa Holê meclisek ji penaberên Iraqê bi navê "Meclisa Kampa Holê ya Penaberên Iraqê " ava kir. Endamê meclisê Hesen Raşid Hemdan li ser xebatên xwe wiha tîne ziman: "Erka me birêxistinkirin û qeydkirina navên penaberan e ku dixwazin vegerin. Em bi aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser û Wezareta Penaberên Iraqê koordîneyê dikin. Mekanîzmeya derketina penaberan li gorî hejmarên destpêkê yên li ser kartan, pêk tê."

Hemdan, diyar kir ku her beşek ji 500 penaberî pêk û anî û got: "Em dixwazin hikumeta Iraqê ji bo vegerê hejmarê zêde bike, heger wisa berdewam bike, dê vegera hemû koçberan dirêj bike. Wekî din em dixwazin hikumeta Iraqê vegera penaberan hêsan bikin."

Hikumeta Iraqê xemsar e

Endamê Komîteya Têkiliyan a Kampa Holê Mihemed Îbrahîm diyar kir ku ew hemû hewldanan dikin da ku penaberên Iraqê li warê xwe vegerînin û destnîşan kir ku ji aliyê hikumeta Iraqê ve xemsarî heye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku navçeya Holê di 14‘ê Mijdara 2015‘an de ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ ve hat rizgarkirin.

(bb/ew)

ANHA