Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên 3 şervanan re xwestin

Bi sedan şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên şervana YPJ‘ê Nehîde Cuma (Amargî Tolhildan),  şervanê QSD‘ê Farûq Mihemed (Dilgeş Kobanê) û şervanê YPG‘ê Mihemed Xezal re xwestin.

5 îlon, 2018   14:07

KOBANÊ

Şervana YPJ‘ê Nehîde Cuma (Amargî Tolhildan) a ji Dêrazorê û şervanê QSD‘ê Farûq Mihemed (Dilgeş Kobanê) di 2'yê Îlonê de ji ber teqîna mayînên bermahiya DAIŞ'ê de şehîd bibûn, şervanê YPG‘ê Mihemed Xezal ê ji Efrînê li herêma Firatê şehîd bibû. Cenazeyê her sê şehîdan duh bi merasmînekê li goristana Şehîd Dicle ya katnana Kobanê hatin oxirkirin.

Îro jî bi aramanca sersaxiyê ji malabatên şehîdan re xwe bixwazin, bi sedan welatiyên katonê ku alên QSD/YPG/YPJ'ê ,wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan hilgirtin li qada Şehîd Egîd kom bûn û berê xwe dane .

Girseya gel di ser de ji bo sersaxî ji malbata şehîd Farûq Mihemed re bixwazin berê xwe dan gundê Qenterê

Di bin konê sersaxiyê de, merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endamê rêveber ê bajarokê Bênder Mehmûd Şêx Mihemed, şervanê QSD'ê Kanî Ehmed û fermendara YPJ'ê Zîlan Reqa axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Piştî bidawîbûna merasîmê girse ji bo ku tev li merasîma sersxiyê ya Nehîde Cuma û Mihemed Cîhad Xezal bibin serdana navenda Meclisa Malbatê Şehîdan kir.

Di merasîmê de endamê rêveber ê HPC'ê Osman Ismaîl, şervana YPJ'ê Gulbihar Rojava, endamê Komîteya Têkiliyan a YPG'ê Şiyar Agirî û hevserokên Meclisa TEV-DEM'ê ya Kobanê Eyşa Efendî û Ehmed Şêxo axivîn.

Hemû axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan xwestin û her wiha tekez kirin ku bi saya fedekariya şehîdan gel jiyanek azad û rumet dijî. Kesên axivîne soza şopandina xeta şehîdan ta rizgarkirina hemû herêmên Rojava ji dagirker û terorîstan dan.

(şx)

ANHA