Li Dêrikê têkildarî rewşa siyasî semînerek li dar ket

Partiya Pêşverû li Sûriyeyê û li ser banga Buroya Siyasî ya partiyê li havîngeha Biradayis a bajarê Dêrikê li ser rewşa dawîn a Sûriyeyê semînerek li dar xist.

Li Dêrikê têkildarî rewşa siyasî semînerek li dar ket
Li Dêrikê têkildarî rewşa siyasî semînerek li dar ket
Li Dêrikê têkildarî rewşa siyasî semînerek li dar ket
Li Dêrikê têkildarî rewşa siyasî semînerek li dar ket
Li Dêrikê têkildarî rewşa siyasî semînerek li dar ket
Li Dêrikê têkildarî rewşa siyasî semînerek li dar ket
Li Dêrikê têkildarî rewşa siyasî semînerek li dar ket
5 îlon, 2018   13:01

QAMIŞLO

Oldar, Meclisa Êlan, ENKS`ê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Yekitiya Rewşenbîran, partiyên koalîsyonê û bi sedan şêniyên herêma Dêrikê beşdarî semînerê bûn.

Semîner bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê sekreterê Partiya Demokratîk PDPKS`ê Abdullhemîd Derwîş li ser rewşa siyasî li Sûriyeyê û destwerdanên derve, herêmî û navdewletî axivî.   

Derwîş li ser rola neyînî ya dewleta Tirk a dagirker di aloziya Sûriyeyê de, bi taybet piştgiriya wê ji komên çekdar re û û tevliheviya li herêmê bi taybet piştî ku kantona Efrînê dagir kirin û mal û milkên welatiyan talan kirin, axivî.

Derwîş di axaftina xwe de banga kongreyeke neteweyî kir ku hemû partî û aliyên siyasî tev lê bibin û aloziya Sûriyeyê çareser bikin.

Her wiha Derwîş banga yekitiya Kurdan ji bo xizmeta doza kurdî û gelê Kurd kir.

Ji aliyê xwe ve endamê Buroya Siyasî ya PDPKS`ê Ehmed Silêman ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku armanca wan ji lidarxistina semînerê ku nêrîna partiya wan di aliyê siyasî ya Sûriyeyê û rewşa Kurdan û pêwîstiyên ku pê rabe, were diyarkirin. Her wiha Ehmed Silêman destnîşan kir ku dem hatiye hevpeyvîn ji bo xizmeta gelê kurd li Sûriyeyê were kirin û ew bi hêvî ne ku rola Kurdan di çareseriyê de sereke be.

Semîner bi pirs û nîqaşan bi dawî bû.

(bx)

ANHA