Amerîka di Konseya Ewlehiyê de rewşa Idlibê gotûbêj dike

Amerîkayê ragihand ku Konseya Ewlehiyê dê sibeha roja Înê bicive da ku rewşa Idlibê gotûbêj bike.

Amerîka di Konseya Ewlehiyê de rewşa Idlibê gotûbêj dike
5 îlon, 2018   08:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Sefîra Amerîkayê ya li ba Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley di civîneke çapemeniyê de wiha got: "Eger dixwazin serweriya xwe li ser Sûriyeyê vegerînin ev pêkan e, lê ne pêkan e çekên kîmyewî bi kar bînin."

Haley ku welatê wê serokatiya Konseya Ewlehiyê dike, destnîşan kir ku mijara Idlibê metirsîdar e û got ku piraniya endamên konseyê dixwazin ev civîn were lidarxistin. Haley bal kişand ser hişyariyên dawîn ên serokê Amerîkayê Donald Turmp ên girêdayî gumana bikaranîna hêzên rêjîmê ya çekên kîmyewî û wiha anî ziman: "Serok Trump ji Îran, Rûsya û Beşar El-Esed re got ku êrîşa xwe pêk nînin. Rê li pêşiya êrîşa kîmyewî ya li dijî gelê Idlibê bigirin."