Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Tevî hişyariyên Trump, Rûsyayê careke din Idlib topbaran kir. Diyar e ev topbaran peyameke zextê ji Erdogan re ye da ku dest ji helwesta xwe berde ku serweriya dosyaya Idlibê dike. Li Besrayê xwepêşandan gur bûn û kuştî û birîndar çêbûn. Xebatên El-Herîrî yên avakirina hikumetê bi daxwazên Şepêla Niştimanî ya Azad hatin astengkirin.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
5 îlon, 2018   07:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kir. Rojnameyan bal kişand ser rewşa dawîn a Idlibê û hişyariyên Trump ên encamên êrîşa li dijî Idlibê. Her wiha behsa xwepêşandanên bajarê El-Besra yê Iraqê û xebatên avakirina hikumeta Lubnanê kirin.

Trump rêjîma Sûriyeyê ji kambaxiyekê hişyar dike û Kirêmlîn red dike

Rojnameyan girêdayî rewş û aloziya Sûriyeyê behsa geşedanên dawîn li Idlibê kirin. Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Trump, Beşar El-Esed bi 'hêrskar' binav dike û Kirêmlîn banga wî ya beralîkirina karîsetekê li Idlibê red dike". Rojnameyê diyar kir ku Amerîka li hemberî gumana derketina komkujiyeke mirovahî li bajarê Idlibê di van rojên pêş de hişyarî da. Kirêmlîn jî banga serokê Amerîkayê Donald Trump ya beralîkirina çalakiya leşkerî li Idlibê red kir ku dibe karesateke mirovahî bi xwe re bîne.

Rûsya li hemberî hişyariyên Trump derdikeve û Idlibê topbaran dike

Rojnameya El-Heyat nivîseke xwe girêdayî heman mijarê wiha bi nav kir: "Moskov bi dehan êrîş li dijî Idlibê pêk anîn û li hemberî Trump derdikeve". Rojnameyê diyar kir ku piştî ku serokê Amerîkayê Donald Trump hişyariya êrîşeke hêrskar li dijî parêzgeha Idlibê da, balafirên Rûsya bi dehan êrîş li dijî parêzgeha Idlibê pêk anîn.

Topbarana Rûsyayê li Idlibê peyameke ji Erdogan re bû

Rojnameya El-Ereb der barê heman mijarê de manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Topbarana li dijî Idlibê di encama nakokiyeke Tirkiye û Rûsyayê de bû". Rojnameyê diyar kir ku aliyên siyasî yên Tirkiyeyê dibînin ku êrîşa balafirên Rûsya li dijî hin baregehên li parêzgeha Idlibê piştrast dike ku hewldanên Tirkiyeyê ya birazîkirina Rûsyayê têk çûne da ku Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) bihelîne. Ev çalakiya topbaranê tenê peyameke zextê li hemberî Enqereyê ye da ku piştgiriya xwe bi êrîşê re ragihîne. Her wiha gaveke zîrek a Rûsyayê ye da ku zextê li Erdogan bike ji bo ku dest ji helwesta xwe ya ku dibêje serweriya dosyaya Idlibê dike berde.

Di xwepêşandanên El-Besra ya Iraqê de kuştî û birîndar çêbûn

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "El-Besra gur dibe û rayedar qedexekirina derketinê red dikin". Rojnameyê ragihand ku li bajarê El-Besra ya Iraqê xwepêşandan dîsa gur bûn û di encamê de pevçûn di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de derketin û di encama pevçûnan de kuştî û birîndar çêbûn.

McGurk û Silêmanî tevgerên xwe yên alîkariya bi hevkaran re aşkera dikin

Girêdayî xebatên avakirina biloka mezintirîn ji bo avakirina hikumeta Iraqê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "McGurk û Silêmanî birazîkirin û neçariyê di avakirina hikumeta Bexdayê de bikartînin."

Sibe şêwirmendiya Yemenê dest pê dike

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Şêwirmendiyên Yemenê sibe li Cinêvê dest pê dikin."

Filistînî der barê derxistina UNRWA ji Qudsê metirsiyên xwe tînin ziman

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Hikumeta Filistînê hişyariya encamên metirsîdar ên rawestandina xebatên UNRWA li Qudisê da".

Trump serkêşiya civîneke Konseya Ewlehiyê der barê Îranê de dike

Girêdayî mijarên Îranê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Trump serkêşiya civîneke Konseya Ewlehiyê der barê Îranê de dike."

Hewldanên El-Herîrî yên avakirina hikumetê rastî astengiya daxwazên Ewn û Basîl tên

Girêdayî xebatên avakirina hikumeta Lubnanê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Herîrî xwe disperse bendeweriyê li hemberî daxwazên Ewn û Basîl ên ne pêkan."