Kanala avdanê ya El-Cir tê sererastkirin

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hevkariya Tîma Destwerdana Lezgîn, kanala avdanê ya El-Cir ku hezar donim erd av dide, sererast kir.

Kanala avdanê ya El-Cir tê sererastkirin
Kanala avdanê ya El-Cir tê sererastkirin
Kanala avdanê ya El-Cir tê sererastkirin
5 îlon, 2018   07:30

DÊRAZOR

Bi armanca geşkirina beşa çandiniyê û alîkariya cotkaran ji bo firehkirina qadên çandiniyê, Komîteya Çandiniyê, werşeya sererastkirinê ya Karîgeriya Avê bi hevkariya Tîma Destwerdana Lezgîn, Kanala Avdanê ya El-Cir sererast kir. Kanal avê digihîne gundên El-Sawa, Mihêmîdiyê, El-Hisan û El-Şeqra û gelek gundên din.

Di encma talan û wêrankirina hemû alavên stasyonên avê de, pomp jî rawestiya. Ji ber wê kadroyên werşeyê ji karker û kesên teknîkî ji bo sererastkirina kanalê dixebitin.

Têkildarî mijarê serokê Komîteya Çandiniyê yê girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê wiha got: "Herêm ji ber rawestandina kanalê ji beriya çend salan ve gelek zehmetî kişandin. Zeviyên wê bûr bûn. Piştî nirxandinekê û li ser giliyên cotkaran, me dest bi sererastkirina kanala El-Cir kir. Armanca me piştgirya cotkaran û geşkirina beşa çandiniyê ye."  

(şx)

ANHA