Rayedarekî Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Divê sivîl ji şerê Idlibê werin dûrxisitn

Endamê Buroya Rêxistinî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Minbicê Mustefa El-Hengorî xwest ku sivîl ji şerê Idilbê werin dûrxistin. Mustefa anî ziman ku Tirkiyê sivîlên Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe dike qurbanî û got ku Tirkiyê dê di şer de têk biçe.

Rayedarekî Partiya Sûriyeya Pêşerojê: Divê sivîl ji şerê Idlibê werin dûrxisitn
5 îlon, 2018   04:20

KAMÎRAN XOCA / MINBIC

Çarenûsa bajarê Idliba Sûriyeyê rojeva cîhanê ye, hemû aliyên herêmî û yên navdewletî li ser wê lihevkirinan dikin.

Li ser vê mijarê endamê Buroya Rêxistînî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Şaxê Minbicê Mustefa El-Hengorî ji ajansa re axivî û anî ziman ku mijara herêmên "Bê şer" ku di çarçoveya civînên Astaniyê de  hatiye destnîşankirin, xeteke çewet girtiye, li şûna ku şer lê neyê kirin, bûne herêmeke gûr.

Mustefa El-Hengorî diyar kir ku bajarê Idlibê herêma herî dawî ya ku di danûstandinên Astaniyê de li ser wê hilevkirinên hatin kirin ku bi girantiya Rûsya, Tirkiyê û Îranê wekî herêmeke "Bê şer" hat destnîşankirin.

Mustefa El-Hengorî, di berdewama axaftina xwe de, destnîşan kir ku herêmên di bin navê kêmkirina şer de wekî gundewarê Şam, Humis, Hema û Derayê di encamên lihevkirinên welatên girantor de ketin bin serweriya hêzên rêjîmê.

El-Hengorî anî ziman ku pilanin hene ku Tirkiyê ji Idlibê werin derxistin û got, lihevkirinên Tirkiyê û Rûsyê yên li ser Idlibê û herêmên beriya wê yên rêjîmê ji opozisyonê girtine, yek ji hewlanên Tirkiyê ye ku berjewendiyan qezence bike. El-Hengorî, destnîşan kir ku radestkirina herêmên Sûriyê li ser hesabê xwîne gelê Sûriyeyê carek din ji bo rêjîmê pîvaneke ne mirovî û exlaqî ye.

Mustefa El-Hengorî, bal kişand li ser guhertina demografiya herêmê û wiha pê de çû, "Nabe tu kes li ser mijara bicihkirina niştecihên Idlibê li Efrînê bifikire. Ji ber ku ev yek tevliheviyeke mezin ne tenê  li ser asta Sûriyeyê, li ser asta dewletên herêmê çêdike."

Mustefa El-Hengorî, bang kir ku di mijara şerê li Idlibê de divê qanûnên navdewletî yên der bare şer de werin bi cih anîn û xwest ku sivîl ji şer werin dûrxistin.

(bb)

ANHA