Li Besra 3 xwepêşander hatin kuştin

Di xwepêşandanên li bajarê Besrayê de 3 çalakger hatin kuştin û bi dehan ji birîndar bûn. Herwiha beşek ji avahiya walîtiyê ji hate şewitandin.

Li Besra 3 xwepêşander hatin kuştin
4 îlon, 2018   20:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Besrayê xwepêşandanên gel ên li dijî bêxizmetguzarî, nebûna ava vexwarinê û ceyran didomin. Di xwepêşandana îro de di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê de alozî derket. Di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de 3 xwepêşander hatin kuştin û bi dehan ji birîndar bûn.

Her wiha xwepêşanderan agir berda beşek ji avahiya walîtiya Besra. Piştî bûyerê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniya xwe ya heftane de, fikarên xwe anî ziman û got; "Nabe bi ti awayî gule li hemberî xwepêşanderan bê bikarîn."

Ebadî diyar kir ku ji bo lêkolînkirina bûyerê ferman daye.

Li Besra nêzî du mehane xwepêşandan li başûr û navenda Iraqê ji ber nebûna xizmetguzarî, ceyran û ava vexwarinê destpê kirine. Heta niha zêdeyî 10 xwepêşanderan hatine kuştin û nêzî 300 kesî ji birîndar bûne.