ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 05.09.2018
5 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo şervana YPJ‘ê Nahîde Cuma (Amargî Tolhildan), şervanê QSD‘ê Farûq Mihemed (Dilgeş Kobanê) û şervanê YPG‘ê Mihemed Cîhad Xezal merasîmê sersaxiyê organîze dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şehîdên herêma Dêrikê yên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê dê li goristana Şehîd Xebat werin bi bîranîn. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve tevî kuştin, dizî û talankirin gelek cihên dîrokî û şûnwar ji aliyên girûpên çekdar ve hatin talan û wêran kirin. Li herêmên Rojava- Bakurê Sûriyeyê bi saya xebatên Desteya Turîzim û Şûnwaran ne darbaskar bû. Her wiha xebatên wê bûn cihê spasdariya saziyên leşkerî yên Bakurê Sûriyeyê û rêxistinên navdewletî yên têkildarî parastina şûnwaran. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Rêveberê TEV-DEM‘ê Hesen Koçer got, pêşeroja Idlibê dê bandoreke mezin li ser tevahî Sûriyeyê bike û diyar kir dagirkeriya Tirkiyê ji bo Sûriyeyê tê wateya parçekirina Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Buroya Rêxistinî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Minbicê Mustefa El-Hengorî xwest ku sivîl ji şerê Idilbê werin dûrxistin. Mustefa anî ziman ku Tirkiyê sivîlên Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe dike qurbanî û got ku Tirkiyê dê di şer de têk biçe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Dayîka Gultan 3 caran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştiye. Dayîka Gultan destnîşan kir ku fikr û şêwaza nîqaşên wî bi xwe dibistanek in. Her wiha diyar kir ku Ocalan tekane kes ji bo azadiya jin ji zihniyeta baviksalarî têkoşiyaye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Lihevanînê ya Mala Jin a navçeya Girkê Legê li ser bingehê wekhevî û dada civakî kar û xebatê dimeşîne. Komîteyê ji destpêka salê ve 114 doz pêşwazî kir, jê gelek çareser kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Yekitiya Rewşenbîran a herêma Minbicê bi navnîşana "Ji herkîna Furatê" panêleke helbestan organîze dike. Saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çaremîn Mîhrecana Zarokan a Cizîrê di roja xwe ya 5‘emîn de didome. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dibe ku mirov nikaribe hestên xwe li ser ziman bide îfadekirin, lê bi riya şêwekariyê û wêneyên rêzkirinê dikare vê yekê baş bide îfadekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Pirtûkxaneya Bor Seyîd a li kolana El-Mensûra ya nêzî mûzeya Reqayê yek ji kevintirîn pirtûxana ye ku ji xezîneyeke çandî mezin di hindirê xwe de dihewand, bû. Lê çeteyên DAIŞ‘ê di dema ku bajar dagirkiribûn de, ev pirtûkxane şewitadin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Ji ber rawestandina stasyonên pompên avê yên Tebqayê nêzî 300 kes bê av man. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hevkariya Tîma Destwerdana Lezgîn, kenala avdanê ya El-Cer a bi dirêjahiya 1 km û hezar dinom zevî av dide sererast kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Heyfa El-Heneş diyar kir ku li tevahî herêmên komîteyên pêşxistina zanekirina karker û cotkaran û parastina mafên wan hatine avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA