Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi şêniyên Dêrîkê re civiya

Bi armanca pênasekirina armancên xwe, Partiya Sûriyeya Pêşerojê li navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrîk bi şêniyan re civiya.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi şêniyên Dêrîkê re civiya
Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi şêniyên Dêrîkê re civiya
Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi şêniyên Dêrîkê re civiya
4 îlon, 2018   17:40

QAMIŞLO

Endamê Buroya Rêxistinî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê şaxê Qamişlo Miwefeq El-Ehmed, endamê Komîteya Têkiliyên navendî yê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Stêristan Hacî, hevserokatiya Buroya partiyê ya Qamişlo Esmahan Ibrahîm, Buroya Ciwanan Mihemed El-Dexîl û her wiha bi sedan şêniyên Dêrîkê, endamên saziyên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan û hejmarek ji partiyên siyasî beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama Komîteya Têkiliyan a partiyê Stêristan Hacî axivî, armanc û bernameya partiyê destnîşan kir. Stêrvan Hacî got, "Partiya Sûriyeya Pêşerojê di gel tunebûna partiyeke siyasî, niştimanî ku hemû pêkhate, ol, netew û mezheb û hemû beşên civakê di nav xwe de bigire hate avakirin.

Stêristan Hacî detnîşan kir ku gelê Sûriyeyê di vê pêngava hesas û girêkî de hewcedarê guherîtneke  ber bi aştî û demokorasiyê ye ji bo vegerandina tevna niştîmanî di nav hemû gelên Sûriyeyê, redkirina nijad û şofanîst."

Piştre deriyê nîqaş û pirsan ji şêniyan re hate vekirin.

(şx)

ANHA