Îsraîl bargehên Îranê yên li Sûriyeyê kirin hedef

Îsraîl pargahên leşkerî yên Îranê yên li parêzgehên Hema û Humisê yên Sûriyê bi moşêkan bombebaran kirin.

Îsraîl bargehên Îranê yên li Sûriyeyê kirin hedef
4 îlon, 2018   18:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Mala Çavêdiryê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihandin ku ji herêma di navberaa Misyaf û Wadî Uyûn ên Hemayê dengê teqînan hatin bihîstin.

Ajansa Fermî ya hikumeta Sûriyeyê SANA‘yê diyar kir ku hêzên rêjîmê berisva bomebebarana li ser herêma Wadî Iyûn ku ji aliyê balafirên Îsraîlê ve hatin kirin, dan.

SANA‘yê her wiha diyar kir ku pergala parastina hawayî ya Sûriyeyê 5 moşekên Îsralî li ezmanê gundewarê Hemayê xistin.

Der barê vê yekê de tu daxuyanî ji aliyê Îsraîl ve nehat dayîn.