Balafirên Rûsyayê navendên çeteyan bombebaran dikin

Balafirên şer ên Rûsyayê careke din bajarokê Mihembel ê li rojavayê Idlibê ya di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de topbaran kir.

Balafirên Rûsyayê navendên çeteyan bombebaran dikin
4 îlon, 2018   12:41

ŞEHBA

Çavkaniyên herêmî ji bajarokê Mihembel diyar kir ku balafirên şer ên Rûsyayê gelek caran êrîşên hewayî li ser bajarok pêk anîn û navendên çeteyên Tirkiyeyê kirin hedef.

Li gorî çavkanî diyar kir ku di encama topbaranê de 6 çete birîndar bûn.

Her wiha hate destnîşankirin ku gera balafiran li ser asîmanê bajarok didome û car caran çend deverên ji bajarok têne topbarankirin.

(bx)

ANHA