5 qaçaxçiyên çek û madeyên qedexe hatin girtin

Li Girê Spî îro hêzên Ewlekariya Hundirîn di çalakiyeke taybet de 5 kesên ku qaçaxçîtiya guleyên çiftê dikir, girtin.

5 qaçaxçiyên çek û madeyên qedexe hatin girtin
5 qaçaxçiyên çek û madeyên qedexe hatin girtin
5 qaçaxçiyên çek û madeyên qedexe hatin girtin
4 îlon, 2018   12:22

GIRÊ SPÎ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Buroya li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Girê Spî li ser benda kontrolê (Waşokanî Eclab) a bajarê Girê Spî hewldanên qaçaxiya madeyên qedexekirî ji aliyê 5 qaçaxçiyan ve vala derxist.

Her wiha erebeya bi bermîlan barkirî ji aliyê hêzên Ewlehiya Rêyan û Sûcên Birêxistinkirî dema ku ji aliyê endaman wan ve dihat kontrolkirin, hate girtin. Yek ji wan bermîlan hate kontrolkirin û di hundirê wê de guleyên çeka çifê hatin dîtin.

Yek ji rêveberên Buroya li dijî Sûcên Birêxistinkirî diyar kir ku wan her 5 qaçaxçî girtin û erebeya wan desteser kir.

Li gorî ku hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî belav kir ku ew kes radestî Komîteya Îda û Lêkolînê hatin kirin da ku lêkolîn der barê wan de berdewam bike.

(bx)

ANHA