Rojnamevanên biyanî li ser dosyaya Idlibê çi dibêjin?

Rojnamevanên derve têkildarî mijara Idlibê diyar dikin ku Tirkiye dê destekê bide Esed, heke Esed mayîna wê li Efrînê bipejirîne, beriya niha jî xwestin li ser beşek Idlibê bazirganiyê bikin, da ku Rûsya ji aliyê xwe ve projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava têk bibe. Rojnamevanan her wiha destnîşan kir ku şerê Idlibê dê pir giran be, ji ber ku hemû komên ku desteka xwe ji Tirkiyeyê digirin û komên cîhadî li wir bi cih bûne, ev kom an dê werin tunekirin an jî dê biçin herêmên Rojava.

Rojnamevanên biyanî li ser dosyaya Idlibê çi dibêjin?
4 îlon, 2018   09:01

ŞÎNDA EKREM – MÛRADA KENDA / QAMIŞLO

Mijara Idlibê cihekî girîng di rojevê de digire, ji ber ku Idlib veguheriye qada şerekî navdewletî ku her kes dixwaze li ser wê bazirganiyê bike.

Der barê Idlibê de, rojnamevanê amerîkayî Patrick Hilsman û Russi Russellov ê almanî nêrînên xwe ji ajansa me ANHA‘yê re anîn ziman.

Patrick Hilsman wiha got: "Tişta girîng ji bo Rûsyayê ew e ku Cebhet El-Nusra bi dawî bibe. Heke Tirkiyê bikare Cebhet El-Nusra kontrol bike, dê şer raweste. Şerê Idlibê dê ne ji bo Efrînê be, dixwazin Tirkiye li Efrînê têk biçe, di heman demê de naxwazin rêjîm biçe Idlibê, ji ber ku gelek komên çekdar ên opozîsyonê yên ji Deraa, Humis û Helebê li Idlibê ne."

‘Tirk dê perwerdekirina cîhadîstan bidomînin‘

Patrick Hilsman bal kişand ku Tirkiye komên cîhadîst perwerde dike, tenê ji bo ku Kurdan qetil bikin û wiha domand: "Derdê Tirkiyeyê tenê Kurdan bikujin, Tirkiye dê li gel rêjîma Esed bisekine li hemberî ku Esed Efrînê jê re bihêle, ji ber ku ji berê ve dixwazin bazirganiyê li ser beşeke Idlibê bikin da ku Rûsya projeya Xweseriya Demokratîk a Rojava asteng bike."

Hilsman wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Idlibê derdora 20 hezar çekdar hene, texmîn dikim ku lihevkirin di navbera Tirk û Rûsan de heye da ku rêjîm sivîlan topbaran bike, di encamê de dê gelek qurbanî çêbin. Bi rengekî din, şerê Idlibê dê tenê şeklî be, ji ber ku Rûs dizanin ku nikare Idlibê kontrol bikin, heke rêjîm derbas bibe dê şer pir giran be."

Rojnamevan Hilsman anî ziman ku Rûs û rêjîma Sûriyeyê di girtina gelek herêman de bi ser ketin, lê li Idlibê wê nikaribin û ev tişt bi lêv kir: "Rojane fermandarên Cebhet El-Nusra ji aliyê MÎT’ê ve têne kuştin da ku Nusra tune bike û Rûsyê dê serkeftinê ragihîne. Ji ber vê yekê Tirkiye dê herêmên ku girtine biparêze û El-Nusra bi Ehrar El-Şam ên ku niha Efrînê dagir kirine veguhezîne. Tirkiye jî qeweta xwe li Idlibê zêde dike, ne ku ji bo şerê Rûsyayê bike lê ji bo berjewendiyên xwe biparêze û dizanin ku Rûsya û rêjîmê li ser hin armancan li hev kiriye."

Russi Russellov ê almanî destnîşan kir ku şerê Idlibê dê pir giran be, ji ber ku hemû komên ku desteka xwe ji Tirkiyeyê werdigirin û komên cîhadîst li wir bi cih bûne, ev kom an dê werin kuştin an jî dê biçin herêmên Rojava, planên wan ku derbasî  herêmên Cizîr û Kobanê bibin, dibe ku Esed jî desteka vê yekê bide wan.

Russi Russellov di nava axaftina xwe de, anî ziman ku Rûsya û rêjîma Sûriyeyê de Idlibê bigirin û têkiliyên Erdogan û Rûsyayê dê bi derbekirina Erdogan bi dawî bibin.

(bb)

ANHA