Parlemana Iraqê ji bo binavkirina biloka mezintirîn careke din dicive

Parlemana Iraqê piştî ku nikaribû biloka mezintirîn duh bi nav bike, îro ji bo heman mijarê careke din dicive.

Parlemana Iraqê ji bo binavkirina biloka mezintirîn careke din dicive
4 îlon, 2018   08:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber nakokiyên girêdayî binavkirina biloka mezintirîn a parlemana Iraqê, parlemanê duh rûniştina xwe taloq kir û îro rûniştina xwe bi heman mijarê didomîne.

Parlemana Iraqê duh di rûniştina xwe ya yekemîn de nikaribû serokê xwe û cîgirên wî hilbijêre û pêşbirka bilokên siyasî ku her yek ji wan îdia dike ku ji mafê wê ye hikumeta nû ava bike, berdewam dibe.

Gelek bilokên parlemanê û di serî de biloka Saîrûn a bi serokatiya oldarê şîayî Muqteda El-Sedr û biloka El-Nesir bi serokatiya serokwezîr Heyder Ebadî avakirina hevbendiya "çaksazî û avakirinê" ragihand û diyar kir ku dê karibin piraniya parlamenteran ango nêzî 180 parlamenteran wergirin.

Piştî çend saetan biloka dijber a bi serokatiya serokê hevbendiya El-Fetih Hadî El-Amirî û serokwezîrê berê Nûrî El-Malikî bersiv da ku dê hevbendiyeke taybet bi wan bi qasî 145 parlamenteran ava bikin, piştî ku hin parlemanter bi razîkirin da ku xwe ji hevbendiya dijber vekişînin.

Nakokiya niha girêdayî rêbaza hesibandina hejmara endamên biloka mezintirîn e. aliyê yekemîn dibîne ku hejmara endaman girêdayî navên ku di hilbijartinan de bi ser ketine yên di nava lîsteyên hilbijartinan de bêyî ku vekişandina hin ji wan di demên pêş de di ber çavan re bê derbaskirin.

Aliyê duyemîn jî dibîne ku divê parlamenterên di nava hevbendiya biloka mezintirîn de bêne hesibandin û îmzeyên wan ên kesane di belgeya avakirina biloka mezintirîn de bingeh bên qebûlkirin.

Çavkaniyekî ji parlemanê ragihand ku 6 kesayetên navên xwe pêşniyarî serokatiya parlemanê kirine û li gorî destûra Iraqê divê desteya serokatiya parlemanê di rûniştina yekemîn de vê mijarê çareser bike û eger parlemanê nikaribû Desteya Serokatiyê bi nav bike, rûniştina parlemanê vekirî dimîne da ku derbasî derqanûniyên destûrî nebe.