Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Rûsya û Îran hewl didin şerê Idlibê beriya lûtkeya sêalî ya di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de ya 7'ê Îlonê bidin destpêkirin. Tirkiye jî hewl dide Cebhet El-Nusra beriya lûtkeyê bihelîne. Li Iraqê aloziya avakirina biloka mezintirîn a di navbera du hevbendiyan de a yekemîn ji Amerîka ve nêzîk e û ya duyemîn jî ji Îranê ve nêzîk e û Kurd dê avakirina biloka mezintirîn diyar bikin.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
4 îlon, 2018   08:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kir. Rojnameyan behsa rewşa Idlibê û serdana wezîrê karên derve yê Îranê li Sûriyeyê kirin. Rojnameyan her wiha bal kişandin ser xebatên avakirina hikumetên Iraq û Lubnanê û rewşa Filistînê û daketina nirxa diravî ya Îranê û behsa rewşa Yemenê jî kir.

Rûsiya û Îran hewl didin beriya lûtkeyê dest pê şerê Idlibê bikin

Der barê rewş û aloziya Sûriyeyê de rojnameyan bal kişand ser mijara Idlibê. Rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Moskov û Tehran şerê Idlibê bi lez dikin". Rojnameyê diyar kir ku êdî hevkariya di navbera Moskov û Tehranê de zelal bûye da ku şerê li dijî parêzgeha Idlibê bi lez bikin, beriya ku lûtkeya dewletên misogerkar ên "Astana" ku dê li Tehranê were lidarxistin. Enqere jî hewl dide rê li pêşiya şer bigire û hewl dide Cebhet El-Nusra beriya lûtkeyê bihelîne da ku Erdogan vê serkeftina xwe pêşkêşî maseya lûtkeyê bike.

Rojnameyê da zanîn ku berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî got ku lûtkeya Îran, Tirkiye û Rûsyayê peydakirina aramiyê li Sûriyeyê û tunekirina terorê armanc dike û ji mafê hikumeta Sûriyeyê ye ku şêrê komên terorîst li Idlibê bike. Di heman demê de Kirêmlên daxuyaniyek da û piştrast kir ku serok Vladimîr Pûtîn dê bi hevpîşeyên xwe yên Tirkiye û Îranê re pêkanîna lihevhatineke demdirêj di Sûriyeyê de gotûbêj bikin û rewşa mirovahî baş bikin. Her wiha dê rê li pêşiya vegera koçberan vebikin. Pûtîn diyar kir ku ew dixweze cûda bi Rûhanî û Erdogan re bicive. Wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Welîd Muhelîm di daxuyaniyeke xwe de got ku rizgarkirina Idlibê mijara sereke li ser maseya lûtkeyê ye.

Çarenûsa Idlibê di lûtkeya Tehranê de diyar dibe

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî girêdayî mijara Idlibê nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Êrîşa li dijî Idlibê li benda lûtkeya Tehranê ye û sebra Moskov nemaye". Rojnameyê diyar kir ku çavên Moskov li lûtkeya sêalî ya li Tehranê ye ku tê payîn rojan Înê were lidarxistin, da ku nêrîneke hevbeş di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de pêk were û rewşa li Idlibê bidawî bikin. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergî Lavrov duh ragihand ku welatê wî heta bêdawî der barê rewşa heyî li Idlibê sebir nake.

Di heman çarçoveyê de rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Wezîrê Karên Derve yê Îranê li Şamê ye.. Fransa hişyariya encamên kambax ên êrîşa Idlibê dide.. rayedarên opozîsyonê gumana şerekî dijwar dikin". Rojnameyê ragihand ku di dema ku rêjîmê li daholên şerê Idlibê dide, peywendiyên lezgîn û gelek daxuyanî derbarê vê dosyeyê de hatin dayîn. Di hevdîtinekê de serdar Riyad El-Eseed şibandina Idlibê bi buyerên Deraayê red kir û got ku tabûrên opozîsyonê ji şer re amade ne. Her wiha guman dike ku hêzên opozîsyonê bi awayekî xurt li ber xwe bidin û dibe ku surpirîz di şer de derbikevin.

Iraq

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameyan xebatên avakirina biloka mezintirîn ji bo avakirina hikumetê şopandin. Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rûniştina parlemana Iraqê şerê avakirina biloka mezintirîn dest pê dike."

Rojnameya El-Erebî jî girêdayî heman mijarê nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Heşda Ebadî li hemberî Heşda El-Malikî û Kurd hevsengiyê pêk tînin".

Lubnan

Girêdayî xebatên avakirina hikumeta Lubnanê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Herîrî çareseriyeke navîn pêşkêş dike; hikumeta hevgirtî ku tê de serkeftina tu aliyan tune ye".

Der barê heman mijarê de rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Têbîniyên Ewn avakirina hikumetê radiwestîne".

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Koferansa Gelêrî ya Yemenê di civîna El-Qahîre de rê li pêşiya avakirina fermandariyeke hevgirtî vedike".

Îran

Girêdayî rewşa û aloziya aborî ya Îranê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îran li hemberî daketina riyala xwe dernakeve û projeya qinyatkirina belavkirina berheman pêşkêş dike".

Filistîn

Girêdayî rewşa Filistînê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Pêşniyara Qeterê ji hevpeymana Xezayê re; pêşniyareke ji aliyê Îsraîl, Amerîka û dewletên herêmê ve nayê qebûlkirin."