Ji YPG‘ê li dijî hêzên dagirker rêzeçalakî

Şervanên YPG û YPJ‘ê li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî rêzeçalakî kirin, tê gotin ku kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Ji YPG‘ê li dijî hêzên dagirker rêzeçalakî
Ji YPG‘ê li dijî hêzên dagirker rêzeçalakî
Ji YPG‘ê li dijî hêzên dagirker rêzeçalakî
Ji YPG‘ê li dijî hêzên dagirker rêzeçalakî
Ji YPG‘ê li dijî hêzên dagirker rêzeçalakî
3 îlon, 2018   20:57

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku ji Efrînê hatine girtin, şervanên YPG û YPJ‘ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li bajarê Efrînê rêzeçalakî li dar xistin, hêzên dagirker ji ber çalakiyan derbeyên giran xwarin.

Şervanan, li benda kontrolê ya çeteyan a gundê Tirindê ku 1 km dûrî bajarê Efrînê dikeve teqîne pêk anîn. Ji ber teqînê kuştî û birîndarên çeteyên "Lîwa El-Şemal El-Sûrî û Fureqya 23 a girêdayî dagirkeriya Tirkiyê çêbûn. hejmara kuştî û birîndaran nehatin zanîn.

YPG û YPJ‘ê li Çiyayê Ehlam wesayîteke leşkerî ya çeteyan kir hedef, li vir jî kuştî û birîndarên çeteyên çêbûn.

Hate ragihandin ku balafirên şer ên dewleta Tirk li ser herêmê digeriyan.

Di heman demê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tundên Şêrawa, derdora Ciyayê Ehlam topbaran dikin.

Ragihandina YPG‘ê dê di demên pêş de encamên çalakiyan parve bike.

ANHA