Li Kobanê li dijî cezayê darvekirinê yê Ramîn Penahî çalakî

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê li dijî biryara rêjîma Îranê ya darvekirina çalakvanê siyasî yê Kurd ê girtî Ramîn Penahî daketin qadan û banga rawestandina biryarê li rêjîma Îranê kir.

Li Kobanê li dijî cezayê darvekirinê yê Ramîn Penahî çalakî
Li Kobanê li dijî cezayê darvekirinê yê Ramîn Penahî çalakî
Li Kobanê li dijî cezayê darvekirinê yê Ramîn Penahî çalakî
3 îlon, 2018   19:10

KOBANÊ

Rejîma Îranê, biryara darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Rehîm Hisên Penahî, dabû. Bertekên li hemberî vê biryarê zêde dibin.

Li bajarê Kobanê ji bo piştgiriya girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî û li dijî cezayê darvekirinê yê ji aliyê rejîma Îranê ve lê hatiye birîn, çalakiyek hat lidarxistin.

Bi sedan kes ji bo ku tev li çalakiyê bibin, li çerxeriya Jina Azad a bajarê Kobanê bûm bûn.

Di çalakiyê de, wêneyên Ramîn Penahî û pankartên "Em hemû Ramîn Penahî ne, ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê, ji Ramîn Penahî re azad û darvekirina Ramîn Penahî qetilkirina mirovahiyê ye" hatinbûn hildan.

Di çalakiyê de, Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim axivî û got, "Ramîn Penahî ji bo mirovahiyê û biratiyê û li dijî nejatperestiyê tedikoşe, biraya darvekirina Penahî qetilkirina mirovahiyê ye."

Muslim, her wiha got, "Em ji perganên faşîm re dibêjin ji zulmê re êdî bese, ji rijandina xwîna gelê me re bese."

Çalakî bi dirûşmeyên şermezarkirina rêjîma Îranê û banga rawestandina biryara darvekirina Ramîn Penahî bi dawî bû.

ANHA