Yekemîn rûniştina parlementoyê ya dema nû destpê kir

Rûniştina yekemîn a dema nû ya 4'an a parlementoya Iraqê îro, destpê kir. Di rûniştinê de serokkomar, Serokwezîr, serokê berê yê parlementoyê axaftin kirin. Di rûniştina îro de divê serokê parlementoyê û du alîkar werin hilbijartin.

Yekemîn rûniştina parlementoyê ya dema nû destpê kir
3 îlon, 2018   11:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di saet 11.30’an de yekemîn rûniştina dema 4'an ya parlementoya Iraqê bi deqîqeyek rêzgirtin û sirûda netewî ya Iraqê destpê kir. Parlemento ji aliyê parlementerê herî bi temen Mihemed Elî Zeynî ve hate vekirin. Piştî sirûda netewî li ser girîngiya dema nû ya parlementoya Iraqê Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm axaftin kir. Piştî axaftina Serokkomar, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî di van kêliyan de axaftinek pêşkêş dike. Piştî axaftina Ebadî divê Serokê Parlementoya berê ya Iraqê Selîm Cibûrî jî axaftinek bike.

Hemû komên parlementoyê tevlî rûniştina îro bûne. Lê li gorî agahiyeke hatiye bidestxistin parlementerên koma Tevgera Goran tevlî rûniştina îro nebûne.

Li gorî bernameya rûniştina îro ya parlementoyê, wê navê parlementerên nû werin xwedin, piştre parlementer sond bixwin. Li gorî xala 55’an a qanûna hilbijartinê divê Serokê nû yê parlementoyê û du alîkarên wî werin hilbijartin û bi vî awayî rûniştina yekemîn a dema nû ya parlementoya Iraqê bi dawî bibe.