Li Hesekê ji pirsgirêka kombûna çopê kî berpirsyar e?

Şêniyên taxên başûr ên bajarê Hesekê ji ber diyardeya kombûna çopê li kolanan bi gilî û gazinc in. Şaredariya Gel destnîşan kir ku ew erka paqijkirinê pêk tîne, lê şênî xemsar in û qirêjî dikin.

3 îlon, 2018   07:40

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Ji bo paqijkirina 6 taxên bajarê Hesekê (Vêlat, Seken Şebabî, Xiwêran Rojhilat, Xiwêran Rojava, Neşwa Rojava û Neşwa Rojhilat) 14 alavên paqijiyê û 50 karkerên paqijiyê hatine peywirdarkirin. Alavên paqijiyê ji saet 7:00’an heta 14:00’an dixebitin û kolanên sereke rojê du caran û di nav taxan de rojê carekê paqij dikin.

Ruxmî xebat û plansaziyên paqijkirina navçeya başûr a bajarê Hesekê, lê çop (sergo) li hember mal û li kolanan kom bûne. Piştî xebatên paqijiyê bi saetekê dîsa çop li nav kolanan kom dibe.

Welatiyê bi navê Hesen Nasir El-Ubêd ê ji taxa Neşwa Rojava destnîşan kir ku gelek qadên vala li taxê hene û şaredariyê paqij nekirine û dibin cihê belavbûna bêhna nexweş.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Fedî Silêman diyar kir ku piştî çûyîna erebeya paqijiyê şênî, çopê diavêjin cihên vala û kolanan. Her wiha Silêman sûc xist stûyê şêniyan ji ber ku ew gelaşê naavêjin cihên taybet ên ji bo çopê.

Her wiha welatiya bi navê Fatme Elî El-Hemdon a ji şêniyên Taxa Rojhilat e, destnîşan kir ku erebeya paqijiyê nagihîje taxa wan, çop li kolanê kom dibe û neçar dimînin ku çopê bibin kolana sereke.

Li ser têbinî û rexneyên şêniyan ajansa me bi berpirsên beşa paqijiyê ya şaredariya navçeya başûr a bajarê Hesekê re hevdîtin çêkir.

Di hevdîtinê de berpirsê beşa paqijiyê Wehîd El-Ilêwî destnîşan kir ku şênî di mijara paqijiyê de alîkariya wan nakin û çopê naavêjin cihên taybet û wiha domand: "Saetên xebatên erebeyên paqjiyê diyar in, şênî piştî derbasbûna erebeyan bi gelek saetan gelaşê diavêjin. Divê nêzîkatiyên şêniyên ji kolanên xwe weke nêzîkatiyên wan ji malê xwe re bin û herêmên xwe paqij bihêlin.

Her wiha El-Ilêwî diyar kir ku ruxmî gelek hemleyên paqijiyê, lê hîna şênî çopê diavêjin. Di dawiya axaftina xwe de Wehîd El-Ilêwî bang li şêniyan kir ku bi şaredariyê re hevkar bin û di demên derbasbûna erebeyên paqijiyê de çopê biavêjin.

(şx)

ANHA