Şervanê YPG‘ê Baqî Caro li Hesekê hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG‘ê Ebdulhemîd Umer (Baqî Caro) yê di encamê nexweşiyê de şehîd bû, bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê hate oxirkirin.

Şervanê YPG‘ê Baqî Caro li Hesekê hat oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Baqî Caro li Hesekê hat oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Baqî Caro li Hesekê hat oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Baqî Caro li Hesekê hat oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Baqî Caro li Hesekê hat oxirkirin
Şervanê YPG‘ê Baqî Caro li Hesekê hat oxirkirin
2 îlon, 2018   18:14

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Hesekê beşdarî merasîmê oxirkirina cenazeyê şervanê YPG‘ê Baqî Caro bûn. Girseya şêniyan piştî ku cenaze ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan girtin bi kerwanekî erebeyan ku bi wêneyên şehîd û ala YPG‘ê hatibû xemilandin ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve hate lidarxistin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sultana Ezîz sersaxî ji malbata şehîd re xwest û anî ziman ku şehadet cihê serferaziyê ye, bi keda wan welat azad dibin.

Her wiha bi navê YPG‘ê Elî Şedadê axivî û ev tişt got, "Axa me, gelê me û welatê me hêjane ku em xwe fedayê wan bikin, bi saya xwîna şehîdan em îro bi aramî û jiyan dikin. Şehîd dîrok û pêşeroja me ne."

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulezîz Oso soza şopandina xeta şehîdan û parastina destkeftiyên ku bi xwîna wan hatine qezenckirin da.

Wesîqeya şehadetê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Hevalên şehîd cenazeyê Baqî di nava dirûşmeyan û tilîliyên dayika spartin axê.

ANHA